Ji bo sê jinên şoreşger bernameya çalakiyan

13:53

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) bi hemû pêkhateyên xwe re xwe amade dike ku ji ber salvegera qetilkirina şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çalakiyan lidar bixe.

Ji bo sê şoreşgerên jin ên Kurd, wê li Fransayê di nava hefteyekê de çalakî bên lidarxistin. Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) bi hemû pêkhateyên xwe re xwe amade dike ku ji ber salvegera qetilkirina şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çalakiyan lidar bixe.

Ji bo her sê jinên şoreşger, li hemû Navendên Civaka Demokratîk a Kurd, goşeyên bîranînê wê bên amadekirin.

Dokûmanter wê bê nîşandan

Di çarçoveya van çalakiyan de wê ewilî di êvara 4'ê Çileyê de li salona Théatre du Gymnase Bonne Nouvelle ya Parîsê, galaya dokûmantera 'SARA-Jiyana min her şer bû' bê lidarxistin. Dokûmantera li ser jiyana Sakîne Cansiz, ku di nava du salan de hat amadekirin, wê yekem car di çarçoveya van çalakiyan de bê nîşandan.

Daxuyaniyên çapemeniyê û mîtîng

Merasîma duyemîn a bîranînê wê di 9'ê Çileyê saet di 14:00 de pêk were. Parêzerên malbatan, malbat, saziyên dost ên Fransî û nûnerên saziyên Kurdistanî bi çelengan ji ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Parîsê ber bi Buroya Enfermasyonê ya Kurdistanê bimeşin û daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.

Kurdistaniyên li tevahiya bajarên Ewropayê dijîn, wê roja 9'ê Çileyê, ji bo dubarekirina daxwaza xwe ya 'edalet û ronîkirinê' biherikin Parîsê. Meş wê saet di 10:00 de li Paris Gare Du Nord destpê bike û heta Meydana Repûblîqûe bidome. Li vê derê jî wê mîtîng were lidarxistin.

Di 28'ê Çileyê de wê konferans were lidarxistin

Bi wesîleya salvegera komkujiyê wê di 28'ê Çileyê de li Salona Konferansê ya Vîctor Hûgo ya li Parlamenta Franmsayê, bi beşdariya parêzerên dozê, hiqûqnas, parlamenter, pispor û rojnamevanên Fransî yên li ser mijarê nûçe û dosya amade kirine, konferansek pêk were. Komîteya Amadekar a ji pêkhateyên CDK-F bang li hemû Kurdistaniyên li Parîs û gelemperiya Ewropayê dijîn kir, ku beşdarî çalakiyên salvegera sêyemîn bibin.

(rc)