Pîra Asya a ku 1992'an ji Cizîrê koç kirî: Heya aştî neyê emê venegerin
09:02
JINHA
ENQERE - Di nava berhevkirinên pirtûka Rojnameger Tugçe Tatari ya "Dapîr di rastiyê de Ez ne li Amedê me" de çîroka Pîra Asya ya ku di sala 1992'an de ji Cizîrê koç kirî û niha li Kampa Mexmurê dijî jî heye. Pîra Asya ya ku şevek nîva şevê ji Cizîrê derketî got: "Heya aştî nebe emê venegerin. Dewlet gav bavêje ne avêje baweriya me bi Rêbertiya me hene."
Biriyara komkirina pirtûkên Rojnameger Tugçe Tatari ya "Dapîr di rastiyê de Ez ne li Amedê me" û Pirtûka Hasan Cemal ya "Delila: Rojnivîska Jinek Ciwan a Gerila" hatiye dayîn. Di serê sala 2015'an de pirtûka Tugçe Tatari ji nava Pirtûkên Dogan derket. Di nava pirtûkê de çîroka jinek Cizîri ya di sala 1992'an de neçarî koçberiyê bûne jî heye. Pîra Asya ya ku li Kampa Mexmurê dijî li gel 23 sal li ser çîroka wê ya gund berdanê re derbas bûye jî îro jî bi heman şêweyî ew êş dubare dibin.
Beşek ji çîroka jiyana Pîra Asya ya ku di sala 1992'an de ji Cizîrê koç kirî û li Mexmûrê bicîh bûyî wiha ye;
'Yan hunê bi me re bin yan jî hunê gundê xwe biterikînin'
"Pîra Asya ji gundê Şah yê Cizîrê ye. Dibêje ew 70 saliye, lê tam rojbûna xwe nizane. Ew yek ji jinên yekem hatî Mexmûrê ye. Hem de di nava kampê de yek ji jinên herî bitemene. Piştî mirina hevserê wê demek kin di sala 1992'an de operasonên gundan despêkirin. Bi darê zorê gundî dikirin cerdevan, yên ne dipejirandin jî ji bo wan digotin: 'Yan hunê bi me re bin yan jî hunê gundê xwe berdin.' Gundê me hemûyan gund berdan. Hinekan jî cerdevanî pejirandin. Lê me di nava yên berxwedanê de cîh girt. Girtin û şewata gundan despêkir.
Ji heman gundî 12 malbat di heman şevê de gund berdan û ketin rêwîtiyê. Wê demê malbata Pîra Asya ji neh neferan pêkdihat. Ew bi xwe, du kurên wê, çar keç, bûka wê û neviyê wê hebûye. Zaroka wê ya herî biçuk pênc salî û neviyê wê jî du salî bûye. Hef rojan bi şev xwe diveşartin tenê şevê dimeşiyan. Min ewqas ji êşan re şahidî kiriye. Me jiyana xwe hêla bêyî ku em tiştek li gel xwe bibin em reviyan. Ji derveyî mayîna li jiyanê ti rêyên me nemabû.
'Min zaroka xwe ya biçuk pêça û da pişta xwe'
Di nava wan êşan de baweriya me ya bi rêxistinê bêdawî bû. Ji ber xwestin mafê me yê bêhingirtinê ji destê me derxînin. Min zaroka xwe ya biçuk di nava beteniyê pêça û da pişta xwe. Di nava tirs û birsê de em gihan Îraqê. Me xwe li gelek gund û kampan veşart. Lê li her derê em rastî heman êşan hatin. Di nava birçî û talanê de gelek hevalên me şehîd ketin."
Xeyalê Pîra Asya; Aştî
Em şer naxwazin. Ticarî pirsgirêka me bi gelê tirk re çênebûye. Dayîkên kurdan û tirkan êşên herî mezin êşên weledan kêşane... Bila her kes azad bibe ku em jî azad bibin. Em dixwazin vegerin ser axa xwe bijîn. Em li hêviya rojên ku bi hev re di nava aramiyê de jiyan kirinê ne.
'Heya aştî nebe emê venegerin'
Dema ku ez di televizyonê de memleketê xwe dibînim nikarin serweriyê ser rondikên çavê xwe bikim. Dema ku herêma me di televizyonê de derdikeve ez qêr dikim ji bo ku her kesê li dora min herêma me bibîne. Heya aştî nebe emê venegerin. Em bi hev re tevgeriya, em bi hevrebûnê li jiyanê man, bi berxwedanê me jiyanek nû avakir. Ji bo wê jî emê ji niha û şonde jî bi hev re tevbigerin.
'Baweriya me bi Rêbertiya me bêdawiye'
Dema ku aştî çêbibe ezê li benda wesayîtan jî nemîne, ezê di rêde biçim heya bibezim biçim memleketê xwe. Me şahidî ji gelek pêvajoyên aştiyê re kiriye. Lê nebû. Ji hikumetan êviyê me nîne, lê ji aliyê dinê her dem hêviyên min hene. Me bedelên mezin dan lê dîsan jî ji bo aramiyê em ji her tiştî re amadene. Dewlet gav bavêje ne avêje baweriya me bi Rêbertiya me bêdawiye. Emê berxwedanê berdewam bikin."
(sy/zt)