Gazî xwe ji bo oxirkirina du şoreşgeran amade dike
12:02
JINHA
STENBOL - Gelê Gazî xwe amade dike, ku jinên komunîst Yelîz Erbay û Şîrîn Oter ên ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, oxir bike.
Cenazeyên Yelîz û Şirîn duh êvarê anîbûn Mala Cem a Gazî û malbatan û hevrêyên wan heta serê sibehê li ber cenazeyan nobed girtibûn. Ji ber merasîma cenaze alên sor li Kolana Îsmetpaşa hatin daliqandin. Wêneyên Yelîz û Şirîn li hewşa Mala Cem hatin bicihkirin û qurnefîl danîn ber wêneyan. Alîkarên Seroka Giştî ya ESP'ê Fethiye Ok û Çîçek Otlû, Berdevka Meclîsa Jinên Sosyalîst Fadîme Çelebî jî li Mala Cem in.
Merasîm wê saet di 13:00 de destpê bike û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Seroka Giştî ya ESP'ê Sûltan Ûlûsoy jî dê beşdar bibin.
(rc)