Şiyarê 13 salî bi lorîn û tilîliyan hat oxirkirin

14:04

JINHA

AMED - Şiyar Baran ê 13 salî ku duh li Amedê ji aliyê polîsan ve hatî qetilkirin li gundê Doganliyê naveçya Surê bi lorîn û tilîliyan hat definkirin.

Li hember dorpêça ser Surê duh heya êvarî Amed li ser lingan bû, li gel berxwedana gelê Amedê êrîşên polîsan jî heya êvarî berdewam kir. Li Seyrantepe di êrîşên polîsan de Şiyar Baranê 13 salî hat qetilkirin. Duh bişev cenazê Şiyar şandin Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Gazi Yaşargil a Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dicleyê, ji wê cenaze ji aliyê malbata wî û hezaran welatiyan ve hat girtin. Cenaze bi konvoyek ji hezaran wesayîtan ber bi gundê Doganli yê Surê ve bi diruşma "Şehîd namirin" û tilîliyan kete rê. Parlementerê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Dayîkên Aştiyê, rêveberên MEYA-DER'ê, hevşaredarên HDP û DBP'ê jî di navê de gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.

'Destê xwe ji ser bedena zarokan bikêşin'

Piştî nimêja cenaze girseyê diruşmên weke "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Surê" û "Dewleta qatîl dê hesab bide" bilind kirin. Piştî karê definkirinê dayîka Şiyar got; "Zaroka min birîna te diêşe. Birîndarê minê biçuk mirin li te nayê. Şiyarê min tu ji tariya şevê gelek ditirsiyayê. Xwîna Şiyarê min li erdê ma dilê min dişewite. Şiyarê min me nehêle û neçe tu ku de diçê."

Piştî axaftinan dua hatin xwendin. Li Taxa Cumhuriyetê ya Seyrantepe ji bo Şiyar tazî hat danîn.

(zt)