Li Tarsusê bi hezaran kesî zarokê ku polîsan qetilkirî oxir kirin

14:34

JINHA

MÊRSÎN - Li Tarsûsê cenazeyê Davut Ozer ê 13 salî yê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin ji aliyê hezaran kesan ve hate oxirkirin. Davut ji aliyê sedan hevalên xwe ve hate oxirkirin. Di merasîma cenaze de berxwedana Kurdistanê hate silavkirin.

Li taxa Fahrettînpaşa ya navçeya Tarsusê ya Mêrsînê ji ber gulebarana polîsan Davut Ozer ê 13 salî yê hatibû qetilkirin ji aliyê hezaran kesan ve hate oxirkirin. Cenazeyê Davut duh bi şev ji Saziya Tiba Edlî hate wergirtin û anîn Mizgefta Nûr a li taxa Fevzî Çakmakê. Serê sibehê piştî wecîbeyên olî bi hezaran kesên li ber mizgeftê cenaze hilgirtin û birin. Cenazeyê Davut bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Ey şehîd xwîna te erdê namine" "qatil Erdogan" hate definkirin. Di merasîma cenazeyê ku hêrsa gel a li dijî îxtidarê gelek zêde bû de bi sedan hevalên Davut jî cih girtin. Cenazeyê Davut piytî ku anîn Goristana Bajar a Tarsusê. Bi hezaran kes li vê derê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin û sirûda "Çerxa Şoreşê" li navçeyê olan da. Paşê cenaze li cem gora Riza Bayram ê di 14'ê Hezîrana 2014'an de ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin û cenazeyê wî avêtibûn çem, hate definkirin.

Piştî karê definkirinê Hevserokê HDP'ê yê Mêrsînê Selman Gunbat axivî û diyar kir ku li her derê ku êrîş tên kirin berxwedan berdewam dike. Piştre bavê Davut Ozer, Mehmet Beşîr Ozer axivî û wiha got: "Kurê min şehîdê hemû gelê Kurdistanê ye. Bila serê gelê kurd sax be"

Piştî ku cenaze hate definkirin gel ji bo sersaxiyê derbasî mala şînê ya li taxa Kemalpaşayê bû.

(zt)