Li Tarsûsê jin pêşengiya parastina cewherî dikin
11:23
JINHA
MÊRSÎN - Gelê Tarsûsê bi armanca piştgiriya berxwedana xwerêveberina Kurdistanê, li hember êrîşê polîsan bi barîqat avakirinê li berxwedidin. Li Mêrsînê Dayîkên Aştî komkujiyê dewletê protesto kirin, li ser vê yekê polîsan bi bombeyên gazê, ava şît û bi bombeyên deng êrîş bir ser dayîkan. Dayîkên ku bi tîlîliyan dest bi berxwedanê kirin ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wiha gotin, "Çawan Kobanê ne ket, Cizîr, Silopî, Nisêbîn û Sûr jî dê nekeve."
Gelê navçeya Tarsûsa Mêrsînê bi armanca piştgiriya berxwedana xwerêveberinên li Kurdistanê bi rojan li kolanan berxwedidin û êrîşa hember gel her ku diçe girantir dibe. Gelê navçeyê Tarsûsê li Taxa Fevzî Çakmak, Gazî Paşa, Tozkoparan, Barbaros û Şahîn barîqat danîne û li pişt barîqatan agir hildane û berxwedana Kurdistanê silav dikin. Li taxa Gazî Paşa polîs bi bombeyên gazê êrîşê welatiyan dike, welatiyên ku ji bombeyê bandor bûne li malan ji aliyê welatiyan ve tên derman kirin. Her wiha li Taxa Barbaros jî polîs bombeyên gazê davêje her kolanê û Taxên Tozkoparan û Şehîn jî gel li hember êrîşan barîqat danîne û dest bi berxwedanê kirin. Wesayîtên Ford Ranger li taxan digere û gule berda ser welatiyan.
Dayîkên Aştî nahêştin polîs bikevin taxê
Li taxên Ozgurluk, Çîlek, Çay, Yenî Pazar Guneş, Yenî Hal û Şevket Sumer ên navçeya Akdenîz yê Mêrsînê gel bi çalakiyên deng derxistinê piştgirî dan berxwedanên xwerêveberinê. Bi taybet tevlîbûna Dayîkên Aştî balê dikêşe. Dayîkan bi çalakiyên deng derixistinê dest bi meşê kirin. Li ser vê yekê polîsan bi bombeyên gazê, ava şît û bombeyên deng êrîş bir ser dayîkan. Dayîkên ku li hember êrîşan pişt barîqatan berxwedana xwe domandin û nahêştin ku polîs bikevin taxê.
'Çawan Kobanê ne ket, Cizîr, Silopî, Nisêbîn û Sûr jî dê nekeve.'
Dayîkên ku li taxan hember êrîşan bi tilîlî û çalakiyên deng derxistinê bersiv dan, li aliyê din welatiyên taxê ji heft heya heftê dest bi çalakiya deng derxistinê kir. Dayîkên Aştî anîn ziman ku heya komkujiyên li Kurdistanê bi dawî nebin ew ê çalakiyê xwe bidomînin û wiha bang li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kirin: "Çawan Kobanê ne ket, Cizîr, Silopî, Nisêbîn û Sûr jî dê nekeve."
Berxwedanên li taxa didome.
(rc)