YDG-K: Em di rêveberiya cewherî û parastina cewherî de pêşengin
09:35
JINHA
ŞIRNEX - Li hember polîtîkaya bêçareseriyê li Kurdistanê pêvajoya avakirina rêveberiyên cewherî û mezinbûna berxwedanê despêkiriye. Jin hem di pêvajoya avakirina rêveberiyên cewherî û hem jî di parastina cewherî de pêşengiyê dikin. Endama YDG-K'ê Mazela Bilikî diyar kir ku weke xebatên avakirinê di parastina cewherî de jî jin pêşengiyê dikin.
Li hember êrîşên ser Kurdistanê di avakirina rêveberiyên cewherî û mezinbûna berxwedanê de jin pêşengiyê dekin. Li Şirnexê di taxên rêveberiya xwe ya cewherî îlan kirîn de bi navê 'Komûnên Parastina Cewherî a Arîn Mîrxan' parastina cewherî pêşdixin. Endama Jinên Ciwanên Şoreşgerên Welatparêz (YDG-K) Mazrla Bilikî di derbarê xebatên xwe yên parastina cewherî û ji nû ve avakirinê de ji ajansa me JINHA yê re axivî.
'Pêşengên rêveberiyên cewherî jinin'
Mazela da zanîn ku di avakirina rêveberiyên cewherî de jinan rolê pêşengiyê girtiye, di êrîşên AKP'ê yên ser rêveberiyên cewherî de jî li hemberî êrîşan jin di berxwedanê de rolê pêşengiyê digirin. Mazela destnîşan kir ku taleba parastina taxan ji gel hatiye û wiha domand: "Em weke Komûnên Parastina Cewherî a Arîn Mîrxan di berxwedana vêderê de cihê xwe digirîn. Di rêveberiyên cewherî de jin di pêş de rol digirin. Em jin li vêderê jî cihê xwe digirin. Di dema êrîşên dijmin de welatî pirsên 'Çima hun me naparêzin' ji me dipirsin. Ji bo bersivdana van daxwazên gel me di parastinên cewherî de cihê xwe girtiye."
'Parastina cewherî tenê lingek ê rêveberiya cewheriye'
Mazela bilêv kir ku ji ber êrîşên dewletê yên giran situnên dinê yên rêveberiya cewherî hinek li paş ma, hemû kete ser lingê parastina cewherî û wiha berdewam kir: "Di her qadê de tekoşîn heye. Li gel parastina cewherî ziman, çand û perwerde jî heye. Piştî perwerdeya li vêderê her kes beşdarî komûnan dibin. Di komunên weke tendirustî û ekonomiyê de cihê xwe digirin. Li hemû taxan xebat hene. Di her malê de herî kêm yek di nava xebatan dene. Em jî ji van rewşan hêz digirin."
'Parastin mafe'
Mazela anî ziman ku parastin ne daxwazeke mafe û wiha dom kir: "Em bang li hemû jinên ciwan dikin ku beşdarî nava xebatên rêveberiya cewherî bibin. Em hemû qadên berxwedanê silav dikin. Bijî berxwedana rêveberiya cewherî."
(zt)