Malbat cenazeyên zarokên xwe wergirtin

14:45

JINHA

AMED - Cenazeyê 3 ciwanên ku duh piştî meşa ji bo Sûrê ji aliyê polîsan ve hatin înfazkirin ji morgê hate wergirtin.

Li Amedê duh ji bo dorpêç û êrîşên li ser Sûrê bi dawî bibe meşa hatibû lidarxistin rastî êrîşa polîsan hatibû û pişt re jî li navçeya Yenîşehîrê 3 ciwanên bi navê Mehmet Mutlu, Sezgîn Demîrok û Cuneyt Yenî ji aliyê polîsan ve hatibûn înfaz kirin. Piştî karê otopsiyê, cenazeyê her 3 ciwanan ji aliyê malbatên ve ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hate wergirtin.

Malbatan cenazeyên di nav darbestan de di nav hêrs û êşeke mezin de li wesayîta cenezayê siwar kirin û ji bo werin definkirin ber bi Licê û Farqînê re birêket. Cenaze îro tê definkirin. Hate zanîn ku dê cenazeyê Mehmet Mutlu li gundê Koçxar ê Licê, cenazeyê Sezgîn Demîrok li gundê Kiralan ê Licê û cenazeyê Cuneyt Yenî jî li Farqînê îro bi merasîmên cenazeyê werin definkirin.

(rc)