Besnayê ku li Tarsusê bi pehîna xwe wesayîta zirxî qewitandî
10:19
Filiz Zeyrek/JINHA
EDENE - Besna a ku li hember tîmên taybet ên xwestine birayê wê binçav bikin berxwedaye û bi pehîna xwe wesayîta zirxî qewitandiye wiha got, "Her roj bi gumanê ku îro dê çi bibe, kî wê jiyana xwe ji dest bide dijîm. Şerê li Kurdistanê pêk tê me tevahî bandor dike, ji ber hemû xizmên mene. Ew li wir tên qetilkirin em li vir nikarin rihet bijîn."
Li navçeya Tarsusa Mêrsînê berî çend rojan berxwedana jinan yê li hember tîmên taybet di parvekirinên civakî de mînak avakir. Besna Demîr (24) a ku li Tarsusê dijî, ji bo birayê xwe ji destê tîmên taybet rizgr bike berxwedanek mezin nîşan da. Ligel ku polîs bombeyên gazê û guleyên rastî bikaraniye jî, Besna berxwedanek mezin nîşan daye û hewlda birayê xwe ji wesayîta zirxî bigre. Besnayê ku nekarî deriya wesayîta zirxî veke bi peyînên xwe bertekê xwe li hember wesayîtê polîsan diyar kir. Besna bûyerên ku qewimîne wiha parvekir, "Ciwanan ji ber bê mafiyê digrin binçavan. Em ji wan natirsin. Em naxwazin ciwan bên kuştin û dayîk bigrîn."
'Li Kurdistanê mirov tên qetilkirin em li vir nikarin rihet bijîn'
Besna da zanîn ku dewlet êrîşên xwe giran dike û wiha got, "Ez dayîkim û zarokek min heye. Her roj bê sedem polîs bi bombeyên gazê êrîşê tax û xaniyên me dike. Şerê li Kurdistanê pêk tê me tevahî bandor dike, ji ber hemû xizmên mene. Ew li wir tên qetilkirin em li vir nikarin rihet bijîn. Wîjdanê mirov van êşan nagre êdî. Li hember komkujiyên li Kurdistanê pêk tên gel li vir jî bertek nîşan da. Lê weke her car polîsan êrîş esas girt. Gel li vir barîqat danî, ji ber her şev polîs bi ser malan de digrit û ciwan digirtin binçavan. Gel jî ji bo parastina xwe û piştgirî dane berxwedana Kurdistanê barîqat avakirin û dest bi berxwedanê kirin."
'Min bi milê birayê xwe girt û hewlda ji destê polîsan xilas bikim'
Besna qala dema ku polîs birayê wê xistine binçavan kir û wiha got, "Wê rojê tevî zarokê xwe ez li malê rûniştîbûm, bi yek carê deng bilind bû. Di paceyê re min nêrî. Min dît ku wesayîta zirxî hewl didin birayê min bigrin, birayê min jî li berxwe dida. Wê gavê min nezanî ez çibikim. Wek dînabûm, bi yek carê min xwe li ba polîsan dît, wê gavê dervî xilaskirina birayê xwe ti tiştek din ne hat bîra min. Bi destê birayê xwe min girt û kaşkir lê min nekarî ji destê polîsan bigrim. Min xwe avêt pêşiyê ajokarê wesayîta zirxî lê dest bi avêtina bombeyên gazê kirin. Dema ku min dît tiştek ji destê min nayê ji hêrsan min bi pehînan li wesayîta zirxî da. Piştre polîsan guleyê rastî reşandin û wiha ji wêderê dûrketin. Malê me tejî dûyê bombeyê gazê bibû."
'Jinên kurd li hember zilmê her dem li berxwedaye'
Besna destnîşan kir ku jinên kurd xwedî binekek bi hêzin û wiha pêde çû: "Jinên Kurd ji bo mirovahiyê her dem xwe feda kiriye. Jina kurd her dem êş kêşaye û zilm dîtiye, zarokên wan li ber çavê wan hatine qetilkirin û perçe kirin. Ligel ewqas zilm û hovîtiî cardin alîgira aştiyê ye. Ji bo dayîk negrîn û zarok neyên qetilkirin her dem xwe feda kiriye. Jinên kurd li hember zilmê herdem li berxwedaye. Hîna duh li vir dayîkek dan gîrandin zarokê wê yê 13'e salî qetil kirin, agir bi malê wê ket. Kî dê hesabê vê yekê bike, kî dikare êşê wê kêm bike. Êdî bese ewqas zilm, heya kengî? Ligel her tiştê em dibêjin aştî."
(rc)