Dayîkên Aştî: Dê hesabê van êrîşan teqez bê pinsîn

10:31

JINHA

MÊRDÎN - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê ku ev du roj in hewl didin bilekin navçeya Kerboranê ya di bin dorpêçê de ye diyar kirin ku ew ê li dijî êrîşan axa xwe biparêzin û wiha gotin: "Zarokên me tên qetilkirin. Em ê axa xwe biparêzin. Dê hesabê van êrîşan teqez bê pinsîn."

Li Kurdistanê berxwedana xwerêveberiyan a li dijî êrîşên dewleta AKP'ê hatiye destpêkirin her diçe xurtir dibe û xwedîlêderketin jî zêdetir dibe. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê ev du roj in hewl didin bikevin navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ku ev 16 roj in di bin dorpêç û terora dewletê de ye. Dayika bi navê Fatma Guneş (55) diyar kir ku ji bo aştiyê derktine qadan û li dijî şerê ku dewletê li Kurdistanê daye destpêkirin nerazîbûn nîşan da. Fatma wiha got: "Ma çi mafên wan heye Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Sîlopî û Kerboranê bînin vî halî. Çi mafên wan heye jinên ducanî bikujin. Dê rojekî hesabê van qatlîaman bê pirsîn."

'Em ê axa xwe biparêzin'

Fatma anî ziman ku dewlet ji bo ku gel bide koçberkirin ceryan û ava wan qut dike û wiha berdewam kir: "Ey Erdogan çi mafê te heye tu evqas êşê bi van gelan bide kişandin. Gelê kurd bila li dijî êrîşan êdî rabin ser piyan û piştgiriyê bidin şervanên aştiyê. Dewlet çi dike bila bike em ê axa xwe neterikînin. Me soz daye şervanên aştiyê em ê axa xwe biparêzin."

'Xwînmij li qesrê xwe ne'

Dayika bi navê Hayriye Yilmaz (60) jî diyar kir ku li Kurdistanê şerekî mezin tê dayîn û di vî şerî de zarok tên qetilkirin. Hayriye wiha got: "Xwînmij di qesrê xwe de ne û zarokên me dişînin mirinê. Bila hemû cihan bibîhize bila zarokên me neyên kuştin. Bila cîgera yên ku zarokên me dkujin bişewite. Ji me çi dixwazin. Me axa wan dagir nekiriye lê ew dixwazin axa me dagir bikin. Êdî bes e."

Dayika bi navê Sultan Bîngul (48) jî anî ziman ku tu şerekî bi vî rengî nedîtiye û ev tişt anî ziman: "Em ê vî hovîtiyê qabûl nekin. Em ê li ber xwe bidin. Em ê tu caran li dijî êrîşên dewletê paş ve gav neavêjin."

(rc)