Ji dîrokê heta roja îro berxwedana jinên kurd… - DOSYA
12:47
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên kurd di dîrokê de gelek serkeftin û qehremantî bi dest xistin. Jinên ku bûne sembola berxwedana jinên kurd ên wekî; Deyfe Xatun, Amazona Kurd Kara Fatma, jina pêşengiya artêşa ku li hemberî Şahê Îranê rabûne kiriye Qedem Xer....
Jinên kurd wekî di demên bihûrî de niha jî ji bo azadiya xwe ya civakî bidest bixin têkoşîna xwe didomînin. Her çiqas di dîrokê de neyê nivîsîn jî jinên kurd ên ku di demên xwe de bûne xwedî serkeftin û qehremantiyên mezin, di jiyana civakî, siyasî, çandî û gelek cihên din de îmze avêtine bin gelek serkeftinan. Sembola berxwedanê Deyfe Xatun, Amazona Kurd Kara Fatma, jina pêşengiya artêşa ku li hemberî Şahê Îranê rabûne kiriye Qedem Xer û bi hezarên din. Jinên kurd çawa di dîrokê de li ber xwe dane îro jî em vê berxwdanê di kesayetiyên Arîn Mirkanan, Zilanan, Sakineyan, Rewşenan de bi awayekî zelal dibînin.
Avakara Yeketiya Jinên Kurdistanê: Mîna Qazî
Yek ji kesayetiyên bi nirx ku di dîroka siyaseta kurdan de cih girtiye Mîna Qazî ye. Mîna di sala1908'an de li rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Mîna di nava avakarên Komara Mahabad a Kurd de cih digire û hevjîna Qazî Mihammed e. Qazî Mihammed, bawer wî bi hêz û mafê jinan hebû û di got divê xebatên ji bo jinan hebûn û ji bo vê jî heta dawiyê piştgirî da hevjîna xwe Mîna. Mînayê di têkoşîna jinên kurd de cara yekem di sala 1945'an de Yeketiya Jinên Kurdistanê ava kir û pêşengiya wê kir. Di Komara Mahabadê de peywirên girîng girt û ji bo jin jî di nava Komarê de aktîf bibin tişta ji destê wê hat dikir. Dema Şahê Îranê Komar hilweşand û biryara darvekirina Qazî Mihammed da û dema Mihammed dît ku hevjîna wî Mîna digirî jê re dibêje: 'Tu çima digirî? Girî li jinên kurd nayê' û hêz dide hevjîna xwe. Mîna piştî Komar hat hilweşandin di qada siyasî de têkoşîna xwe didomîne. Bi dehan caran tê girtin, rastî îşkenceyên giran tê lê tu caran tawiz ne da û têkoşîna xwe berdewam kir. Mîna Qazî wekî hevjînê xwe Qazî Mihammed di axaftinên xwe de her tim behsa yeketiya kurdan dikir û di sala 1998'an de li bajarê Mahabadê çû ser dilovaniya xwe.
Keça koçber a Berdirxanan: Nesrîn Bedirxan
Nesrîn Badirxan ku ji malbata Bedirxaniya ne ji bo têkoşîna gelê kurd a navneteweyî alîkariyên girîng dane, jinekî xwedî perwerde û esîl bû. Nesrîn Bedirxan ku hevjîna Osman Paşa bû wekî hemû kesên din ên malbatê heman qeder û koçberî jiya û koçberî Stenbolê bû. Nesriîn Bedirxan, di jiyana xwe ya koçberî û heta dawiya jiyana xwe ji bilê zimanê kurdî tu zimanên din bi kar ne anî. Musa Anter biryardariya wê ya ji bo kurdî bi van gotinên wê îfede kirinû: "Kurê min, qaşo ez keça paşa û xwesiya paşayî me lê dema ez karkerekî kurd dibîmin ez pir keyfxweş dibim. Ji bo min ev karker ji paşa bi qîmetire."
Navê azadiya neteweyî: Zarîfe
Hevjîna reîsê eşîreta Koçgîrî Alîşêr Zarîfe, jinekî bi wêrek û zane bû. Zarîfeya ku sekvanekî jîr di heman demê de çekdarek xurt bû. Her tim çaka xwe ligel xwe digerand. Her sal diçû Dersîmê, der barê nirxên neteweyî de di axivî û nakokiyên dinava eşîretan de wekî dadgerîkî çareser dikie. Zarîfe her tim bi navê "Heval" gazî hevjînê xwe Alîşêr dikir û bi awayekî xurt tevlî têkoşîna neteweya kurd ku ji aliyê hevjînê wê ve dihat meşadin bû. Zafîre ji bo dinava jinên kurd de hestên neteweyî şiyar bike bibû bangeşedêrek baş. Heta dawiyê jî di vê rê de bi hevjînê xwe re canê xwe feda kri. Zafîre ji ber zanînên xwe û pratîkên xwe bala gelek kesî kişand. Ji ber wê jî her kesî pesnên wê didan.
Avakirina Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd
Yek ji siyasetmedara me ku em der barê wê de xwedî agahiyên zêde nînin keça Ahmet El-Kurdî Fatma ye. Siyasetmedarekî baş û jinekî zaneye. Jinên kurd ji bo xwedî li nirxên xweyên neteweyî derkevin hatine gel hev, cemiyetek avakrine û xebat dane meşandin. Yek ji van jî "Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd e." Di sala 1919'an de li Stenbolê tê avakirin. Rêziknameya cemiyetê ji tê avakirin û armanca wê wiha tê ravekirin: "Ji bo feraseta hemdem a jinên kurd bê bilinkirin û bê pêşxistin, di nava jiyana malbatê de reformek civakî ya bingehîn bê pêşxistin, ji bo kesên tên koçber kirin, kurdên hejariyê dijîn û bê xwedî dimînin kar bê peydakirin, alîkariya zexireyan bê peydakirin û ji hejariyê bên rizgarkirin."
Jina ku yekem car ala kurd bilind kiriye: Rewşen Bedirxan
Rewşen Bedirxan leça Salih Bedirxan ê ji malbata Bedirxaniyane. Gelek merhaleyên jiyana wê di sirgûnê de der bas bûyr. Rewşen Bedirxan, di Tîrmeha 1909'an de dema Padîşahê Osmaniyan Sultan Reşat reveberî bi awayekî fermî bidest xist li Kayseriyê dema jiyana sirgûnê dijîn hat dinê. Rewşen Bedirxan, perwerdeya xwe li Şamê destpê dike. Dibistana xwe ya mamostetiyê di qedîne û di sala 1925'an de dest bi mamostatiya zimanê Erebî dike. Dinava çend salan de fêrî zimanê Tirkî, Fransî û Ingilîzî dibe. Li sînorê ku Urdun û Sûriye digihin dest bi mamostatiyan van zimanan dike. Ji sala 1928'an heta salal 1964'an li dibistana ku ders dide midûrtiya dibistanê kir.
Di sala 1971'an de li ser daxwaza dewleta Mustafa Barzanî diçe Başûrê Kurdistanê. Rewşen Bedirxan, di sala 1934'an de dibe endama Yekitiya Jinan. Di sala 1944'an de li ser navê jinên Sûriyeyê tevli Kongreya Jinên Cîhanê ya li Misrê dibe. Di sala 1957'an de ji bo Kongreya li dijî Kolonyalîzmê 6 delegeyên kurd tên xwestin, Rewşen Bedirxan li ser navê 6 delegeyan bi tena serê xwe diçe û di kongereyê de ala Kurdistanê bilind dike. Mîşel Ehlek ji bo ku Rewşen Bedirxan tevli nebe tişta ji destê wî hat kir lê Rewşen ligel hemû astengiyan jî tevlî dibe û di kongreyê de ala Kurdistanê radike. Cara yekem di civînek navneteweyî de ala Kurdistanê tê rakirin.
Ji Rewşen Bedirxan ji bo jinên kurd: Li hemberî nezanînê têbikoşin
Rewşen Bedirxan piştgirî dida xebatên hevjînê xwe Mîr Celadet Bedirxan. Dibe nivîskarê Kovara Hewarê û di heman demê de redektekirina Kovara Hewarê dike. Rewşen Bedirxan, Dr. Nurî Dersîmî, Hasan Hişyar, Haydar Haydar û Osman Efendî di sala 1956'an de li Helebê komeleya "Alîkarî û zanînên Kurd" avakirin. Rewşen Bedirxan, di sala 1971'an de jî dibe endama komeleya bi navê "Kora Zanyariya Kurd." Li ser daxwaza komeleya Kora Zanyariya Kurd diçe Stenbolê. Armanca wê ew bû ku nivîsên der barên kurdan û pirtûkên di arşîvên tirkan de bigire û di bin banê Kora yê de kom bike. Vê peywira xwe bi serkeftî bicih tîne. Gelek nivîs û eserên Rewşen Bedirxan hene. Di van eseran de diyar dike ku divê jinên kurd li hemberî nezanînê têbikoşin. Yek ji van nivîsan nivîsa bi sernavê "Jin û Bextiyariya Malê" ye. Rewşen Bedirxan di 1'ê Hezîrana 1992'yan de li Banyasê diçe ser dilovaniya xwe.
Jinên ku navê xwe bi serhildana Agiriyê li dîrokê nivîsîn Gulnaz û Besê
Yek ji jinên ku qehremaniya jinên kurd datînê holê Gulnaza ku di sala 1927'an de tevli Serhildana Agriyê bûye. Gulnaz, xwişka Îzzet Bey ê ku tevli Serhildanê bûye û piştî serhildanê tê girtin û sixin Girtîgeha Mûşê. Dema ew li girtîgehê bû birayê wê Îzzet Bey û kurê wê Siddik Bey di şerekî de tên kuştin, serê wan tê jêkirin û dişînin Mûşê. Seriyên ku dixwestin bên teşhîs kirin, kesekî ne dizanî kijan serî aîdî Saddik kîjan aîdî Îzzet Bey ye. Ji ber vê yekê bangî Gulnaz tê kirin. Nûrî Dersîmî dema dîtina Gulnaz a seriyên hatine jêkirin wiha vedibêje: "Destpêkê li ber seriyê Îzzet Bey xwe tewand û qehremaniyên wî bi desgekî bilind yek bi yek vegot. Pişt re destê xwe dirêjî seriyê Siddik Bey kir, çavên wî perixandin û bi dengek bilind 'ev ciwanê min e, min ji bo îro şîr da wî. Heke min ji bo doza Kurdistanê mirina wan a bi vî rengî ne dîtibana minê şîrê xwe li wî heram bikirana.'"
Besê ku ji eşîreta Alane hevjîna Seyît Riza ye. Besê di serhildanê de wekî şervanekî cihê xwe digire û di pevçûnekê de ji bo nekeve destê dijmin xwe ji kendalekê diavêje û dawî li jiyana xwe tîne.
Hafsa, doza azadiya gelê kurd gihand raya giştî Yek ji jinên ku xwest alîkariyê bide têkoşîna azadiya gelê kurd Hafsa ye. Hafsa ligel li darxistina çalakiyên civakî, der barê doza azadiya gelê kurd de maneyek ji Meclisa Neteweyên Cîhanê re dişîne û doza kurdan gihand raya giştî. Ji bo jinan qonaxa xwe kir navenda xwendinê û wekî dibistana şevê bikaranî û ji bo perwerdeya jinên kurd hewildanên wê çêbûn.
Yekemîna jina ku hatiye darvekirin: Leyla Qasim
Jina bi navê xwe bûye mijara destanan, di têkoşîna azadiyê de xwedî rolek mezin û ji bo xwe û gelê xwe azad bike gelek ferdekarî kirine; Leyla Qasim. Sembola azadiya jinên kurd û navê wêrekî û qehremantiyê Leyla Qasim, yekemîna jina kurd a hetiye darvekirine. Leyla Qasim di sala 1952'yan de li Kerkûkê hatiye dinê. Bi malbata xwe re koçberî Bexdayê dibin û li wir jiyan dikin. Fakulteya Perwerdeya Zanîstî dixwîne û di wê demê de tevli Yeketiya Xwendekarên Kurd dibe. Her wiha cihê xwe di nava têkoşîna ku ji liyê Partiya Demokratîk a Kurdistanê de digire. Di 13'yê Gulana 1974'an de dena ji bo darvekirinê dibin wiha dibêje: "Ez bi têkoşîna gelê xwe û partiya ku endamê wê me serbilindim. Tenê daxwaza min ew e ku ji ber erkê ketî ser milê min, min bi cih ne anî Xwedê min efû bikeye. Ez amade me bimirim. Ez tu caran ji celatan rehmû û efûkirinê daxwaz nakim." Piştî şahadeta wê li Başûrê Kurdistan û li çar perçeyên Kurdistanê û efsane. Navê "Leyla" wê demê li gelek keçikên ku hatin dinê hat kirin.
Sembola Berxwedanê: Deyfe Xatun
Di Hîcriya 1219'an de dibin serokatiya Cengîz Han de da Moxolan êrîşî Buhar û Semerkantê kirin. qetlîamên ku nehatine dîtin û bihîstin pêk anîn. Bajar, misgeft û dibistanên mislimanan wêran kirin. Pirtûkan bi alîmên wan re şewitandin. Li hemberî hovîtiya Moxolan gelek rêveber tirsiyan lê Deyfe, di wê demê de ji wan ne tirsiya û ser ne tewand. Di sala 1226'an de Cengîz Han dimire. Lê piştî 4 salan Saruhan, Kîşlohan û Berdîhan û Xuwarîzma êrîşan pêk tînin. Dur tê Selçuqiyan. Heta peravên Firatê tên. Êrîşî Kelha Cîhber kirin û gel tirsandin. Deyfe beşek ji artêşa xwe şand Kelha Cîhber, beşek jî şand Kelhên Şîrez û Harîmê ji bo ku bi parêzin. Li pêşberî vê parastinê Moxol berê xwe didin Helebê. Deyfe, bang li gel dike ji bo bibin yek û xwe li hemberî êrîşan bi parêzin. Gelê kul i hev kom bû li kelhê dest bi parastinê dikin. Moxol gelek caran êrîşî Heleb û Xanedana Eyyubî dikin. Di her êrîşê de Deyfe, bi leşkerên xwe re êrîşan dişkêne.
Plana darbeyê ya Suhabuttîn
Suhabuttîn Eyyubî, li hemberî Deyfe yê hesûdî dikir û dixwest ew bibe rêveber. Lê ji ber ku ne dikarî bi ten serê vê bike, diçe gel Padîşahê Şamê Elmelîk Eleşref lê daxwaza wî tê redkirin. Deyfe, dema vê dibihîze, leşkerên xwe derdixe pêşiya zilamê ku dixwest îxanet bike hemû mal û milkê wî ji destê wî digire. Wî û alîgirên wî dixe zîndana Kelha Helebê. Piştî êrîşên Moxolan carek din Xaçperest derdikevin ser dika dîrokê. Zextên wekî yên Moxolan li ser gel didin meşandin. Deyfe bi Xaçperestan re jî şer dike. Leşkerên wê berxwedanek bê hemba dimeşînin. Deyfe ku di qada rêveberiyê de gelek serkeftin û qehremantiyan datîne holê di qada medreseyê de jî gelek xebatan dide meşandin. Li Helebê Medreseya Fîrdevs ava kiriye. Di sala1236'an de vediguherîne dergah û turbe. Deyfe li gorî salnameya Hîcrî di sala 1242'yan de dema 59 salî bû ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dide.
Amazona Kurd: Kara Fatma
Fata Reş yek jinên kurd ên pêşeng bû û pir dihat nasîn. Fata Reş bi werekî, egîdî û rawestîna xwe bûye mijara gelek kovar û rojnameyan. Fata Reş ku di dîroka jinên kurd de xwedî cihek girînge dibe seroka eşîra Rewandiziyan. Fatma Reş di nîva sedsala 19'an de, di deme şerê Kirimê de bi 300 leşkerên xwe diçe Qesra Stenbolê û dibêje ku ew amadene li hemberî Rûsan şer bikin.
Ji ber qehremanî û wêrekiya xwe ya di şerê Osmanli-Rûsan ya di nava salên 1853-1856'an de wekî "Şervana Kurd" dihat nasîn jî di dema Îttîhat û Terakkî de rêveberiya wê hewil dida ku wekî jinekî tirk bidin nasîn.
Lê dihat zanîn ku jinekî kurde. Heta di çapemeniya Ewropayê de jî wekî "Prensesa kurd", "Fatmaya Reş a kurdistanî" û "Amazona Kurd" diha nasîn û serkeftinên wê hatine vegotin. Fata Reş di dawiya sala 1800'an de çû ser dilovaniya xwe.
Jina Êzidî yê ku mêr wek pêşeng û rêvebera xwe didîtin
Xatûna Mayan jineka kurd û bawermenda ola Êzî ye. Di civaka êzîyan de Mîr herî ast û kesayetiya bilind e. Di demê de Xatûna Mayan ji êzîyan re rêberî heta Mîrîtî kiriye. Xatûna Mayan di sala 1874an de ji dayik dibe. Qîza Mîr Evdî beg e ku birayê Mir Husên beg e. Navê dayika wê, Xatuna Xomî ye ku ji êla colê qîza Cesîm beg e. Xatûna Mayan di 15 saliya xwe de bi Mîr Elî beg re dizewice. Mêrê Xatûna Mayan Mîr Eli Beg di sala 1913an de bi awakî nedîyar tê kuştin. Ji ber ku kurê wê Seîd Beg hîn biçûk e, birayê wê Ismaîl Beg dixwaze bibe Mîr lê belê Mayan Xatûn destûr nadê û wekaletiya Mirîtiya Seîd Beg di destê xwe de dihêle heta ku ew mezin dibe. Di sala 1933'an de Xatûna Mayan Mîr Seîd Beg bi qîza birayê xwe Ismaîl Beg Wansa re dizewicîne. Wansa li Beyrûdê dibistana hekîmiyê xwendiye. Di navbera Mîr Seîd Beg û birayê Wansa Yezdîxan Beg de nakokî derdikeve. Mîr Seîd Beg biryara kuştina Yezîdxan Beg digre. Wansa mêrê xwe Mîr Seîd Beg birîndar dike û direve diçe Helebê cem êlên êzîdiyên wê hereme û piştî demek jî tê Bexdayê û li wir jiyana xwe berdewam dike. Mîr Seîd Beg di sala 1944an de diçe ser dilovaniya xwe. Bi mirina Mîr Seîd Beg re divê Mîrê nû were hilbijartin. Ji Mir Seîd Beg û jina wî ya din Xoxê kurek bi navê Tehsîn Beg heye. Tehsîn Beg jî hîn biçûk e û wekaletiya Mîrîtiya Tehsin Beg jî, Xatuna Mayan dide ser milên xwe û kar û barên heremê û êlên êzidiyan bi hostetî bi rê ve dibe. Bi mirina mêrê wê Mîr Elî Beg re, ji Mîr Seîd Beg û Mîr Tehsîn Beg re wekaletiya mîrîtiyê kiriye. Xatûna Mayan di 31ê hezirana sala 1957an de di 83 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.
Jina ku li hember Şahê Îranê pêşengiya artêşê dike: Qedem Xêr Xanim
Qedem Xer xan; Li Rojhilata Kurdistanê birayê wê li ber şaha Îranê tê kuştin. Piştî mirina birayê xwe di sala 1932’an de şûna birayê xwe digre. Tekoşîna kurdan gelek girîng dibîne. Ji ber wîya jî hinek xebat dike. Li ser hinek leşkeran wekî fermendarekê dixebite û cih digre. Ji ber vîya jî gelek bi ser dikeve. Lê belê ev serkeftina wê pir nadome. Şaha Îranê alîkarîya Omer Şaqakê jî distîne û ji du alîyan êrîşê dibe ser Qedem Xer Xan. Qedem Xer li ber vê êrîşê gelek têkoşîn dide, lê belê êdî bi wan nikare û êsîr dikeve destê wan. Sê salan di zîndanê de dimîne, lê piştî vîya nexweş dikeve û wefat dike.
(mb/rc)