Di 28'ê Kanûnê de meşa 'Xwedîderketina rêveberiyên cewherî' despêdike

12:50

JINHA

AMED - Ji bo salevegera qirkirina Roboskiyê dê li Amedê bi pêşengiya jin û ciwanan bi diruşma "Li Rêveberiyên cewherî û Surê xwedî derkeve" meş bê kirin.

Li Amedê di 28'ê Kanûnê de bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) û Ferasyona Ciwanên Demokratik (DEM-GENÇ) ê meş bê lidarxistin. Dê me di salvegera qirkirina Roboskî de ji bo şermezarkirina qirkirinên li Kurdistanê berdewam dikin û silavkirina rêveberiyên cewherî bê lidarxistin. Meşa ku dê bi diruşma "Azadiya Rêbertiyê" û "Li Rêveberiyên cewherî û Surê xwedî derkeve" di saet 13.00'an de ji ber avahiya DBP'ê heya Parka Koşuyoluyê berdewam bike.

(zt)