Cenazê zaroka biçuk Miray rakirin şirnexê

13:08

JINHA

ŞIRNEX - Hat zanîn ku navê zaroka ku duh bişev li Cizîrê di hemêza dayîka xwe de hatî qetilkirin Miray Înce ye. Cenazê Miray a di 27'ê Îlonê de hatî dinê rakirin Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê.

Li Cizîra Şirnexê di roja 13'an de êrîşên ser gel berdewam dikin. Li bajarê êrîş lê dijwar bûne rojnameger jî di dema peyîwira xwe de zoriyê dikêşin. Hat zanîn ku li Taxa Surê ya Cizîrê zaroka ku duh bi şev di hemêza dayîka xwe de ji aliyê hêzên dewletê ve hatî qetilkirin û di raya giştî de weke Meral Înci ya 5 mehî hatî zanîn diyar bû, navê wê Miray Înce ye. Rojnamegerên dibin şertên zor de xwe gihandine malbatê û nasnameya zarokê hînbûne diyar kirin ku navê wê Miray di 27'ê Îlonê de hatiye dinê û hîna 3 mehiye.

Cenazê Miray a ku weke şahida 'qirkirinên sivîlan' wêneyê wê yê di dergoşê de bixwîn hatî kêşan û di raya giştî de bûyî sedema bertekan rakirin Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê.

Dapîr û bapîrên Miray Ramazan Înce û Rukiye Înce yên ku xwestin wê bi alaya sipî bigihînin nexweşxanê jî ji aliyê hêzên dewletê ve birîndarbûn. Di saetên serê sibê de dema ku bapîrê Miray Ramazan rakirin Nexweşxana Dewletê ya Ednan Balcaliyê jiyana xwe ji dest dan.

(zt)