82 saziyên civakî: Divê hemû kes ji dewletê re bêje êdî bes e

14:14

JINHA

AMED - Ji bo zarokên Kurdistanê 82 saziyên sivîl ên civakî li ber Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê saziyan Endama Komaleya Psîkologên Tirk Zeynep Tuzun axivî û wiha got: “Divê hemû kes ji dewletê re bêje êdî bes e. Divê qedexeyên derketina kolanan bê rakirin.”

Ji bo zarokên Kurdistanê nunerên 82 saziyên sivîl ên civakî li ber Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Saziyên ku hatine ji bo piştgiriyê hatine Amedê 2 rojan li Amedê bimînin û hin çalakiyan bikin. Di daxuyaniyê de parlementera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan û parlementera HDP’ê ya Mûşê Burcu Çelîk Ozkan cih girtin. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo zarokan demildest aşitî” û maleta kevokê ya ku ji kaxızê hatibû çêkirin hat hilgirtin.

Ewil parlentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan axivî û destnîşankir ku duh ji ber êrîşên leşker û polîsan zarokan jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Zarok pêşeroja welatekî ne. Dewlet tenê naxwaze li navçeyan xendek û barîkatan rake, di heman demê de pêşeroja welatekî jî ji holê radike. Em dixwazin ku welatekî ku zarok tê de nayên qetilkirin û tê de şekir bixwin ava bikin.”

Li ser navê heyetê Endama Komaleya Psikologên Tirk Zeynep Tuzun daxuyanî xwend. Zeynep êrîşên ku di 22 tîrmehê de li hemberî gelê kurd hatine destpêkir bi bîr xist û wiha axivî: “Tirkiye, di sala 1990’î de peymana Mafê Zarokan ya BM’yê qebul kiriye. Lê îro dewletekî ku êrîşê dibe bi ser zarok û ciwanan de, axaftinên nebaş û wan ji civakê perçe bike heye. Ji 22 tîrmehê û vir ve 55 zarokên ku ji ber êrîşên dewletê, ji ber qedexeyan neçûna nexweşxaneyan û ji ber stresa devre di zikê dayika xwe de jiyana xwe ji dest dane.”

‘Ev tiştên ku tên jiyandin ne operasyon, delîlên hebûna şer e’

Zeynep vekişandina mamosteyan ji Cizîrê bi bîr xist û ev tişt got: “Li vêderê mamoste ji dibistanan hatine durxistin, zordarî li gel ji bo koçberiyê tê kirin. Dibistan tên şewitandin û yên nayên şewitandin jî wekî karargah tên bikaranîn. Ev tiştên ku tên jiyandin ne operasyon, delîlên hebûna şer e. Berdewamkirina taqwiyeya leşkeran dide xuyakirin ku dê hîn ev şer berdewam bike û ev yek jî xeman ji me re çêdike.”

‘Li ser zarokan têsîrên sosyolojîk û fîzîkî pêk tên’

Zeynep destnîşan kir ku şerê ku berdewam dike him li ser zarok û mezinên di nava şer de tesîra nebaş û psîkolojiya xirab derdixe û him jî têsîrê li ser zarok û kesên dûrî şer in dike. Zeynep got ku: “Di zarokên ku di nava şer de dimînin de, xem, bê bawerî, nekêfxweşî, hêrs û bêçarebûn pêk tê û ev yek jî li ser zarokan têsîrên mezin yên wekî sosyolojîk û fîzîkî pêk tînê. Tenê di 2 rojên dawî de 4 jê zarok herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest da.”

‘Divê hemû kes ji dewleta şerxwaz re bêje êdî bes e’

Zeynep ji ber buyerên li Kurdistanê diqewime di raya giştî ya navteweyî de cih nagire gazinc kir û wiha axivî: “Ji ber zordarî li ser çapemeniyê heye, çapemenî jî nikare peywira xwe bikar bîne.” Zeynep, tiştên ku zarokan ji cihana wan dur dixîne, tiştên ku di bingeha ji hevqutkirinê zarok û ciwanan tîne hemberî hev şermezar kir û wiha axivî: “Divê ji dewleta şerxwaz re dê hemû kes bêjin êdî bes e.”

Zeynep axaftina xwe bi xwestekên saziyan bi dawî kir

Xwestekên saziyan wiha ne:

* Divê qedexeyên derketina kolanan bên rakirin.

*Divê hemû teref karên ku zarokan pêş bixin têxin rojeva xwe.

* Di serî de Peymana Mafê Zarokan ya BM’yê ya ku Tirkiye qebul kiriye, di qadên jiyanê de şer neke û berpirsyariyên xwe yên mafên mirovan bîne cih.

* Kesên ku mafên mirovan binpêkirine bên tespîtkirin û piştre bên cezakirin.

*Divê di serîde dada civakî were avakirin û pê re taxribatên aborî, derûnî û civakî bên tamîrkirin.

Piştî daxuyaniyê heyeta ku hatî tevlî çalakiya SES’ê ya şermezarkirina qedexeyan a li ber Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê bûn.

(ua-mb/rc)