Jinên elewî ji bo piştgiriya berxwedanê diçin Surê
14:18
JINHA
ENQERE - Sekreta Jinê ya ADAD'ê Sevgî Kişîn daxuyand ku dê jinên elewî yên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê di 2'yê çileyê de li Amedê bin û dê bi jinên kurd ên li ber xwe didin lokmeyên xwe parve bikin û piştgiriyê bidin berxwedanê.
Jinên endamên Komeleya Elewiyên Demokratîk a Enqere (ADAD) daxuyand ku ji bo piştgiriyê bidin gelê kurd ê li navçeya Surê ya Amedê li hemberî êrîşên dewletê ber xwe didin dê ji çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê di 2'yê çileyê de biçin Amedê. Jinên DAD'ê li Sudem Cafeyê hatin cem hev û bang li hemû jinên elewî kirin ku li Amedê bên cem hev.
Jinên elewî dê biçin Surê
Sekretera Jinê ya ADAD'ê Sevgî Kîşîn têkildarî bernameyê da axivî û got ku ew ji bo lokmeyên xwe bi jinên li piştî barîkatan ber xwe didin parve bikin dê biçin û dê berhemên dîrokî û cihên baweriyê yên ji aliyê dewletê ve hatin texrîpkirin û hatin xirabkirin jî ziyaret bikin.
'Em li cem kesên li hemberî DAIŞ'a AKP'ê ber xwe didin in'
Sevgî got, "Elewî li kuderê zext û zilmê bibînin li cem wan in û em jî dê bi vê armancê biçin Surê. Ji ber ku Sur li hemberî DAIŞ'a AKP'ê ber xwe dide." Sevgî bang li hemû jinên elewî kir ku berê xwe bidin Amedê.
Jinên elewî pişt re ji bo jinên kurd ên li ber xwe didin çira hilkirin.
(rc)