Berxwedana Silopiya û Cizîrê di roja 13. de ye

14:46

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeyên Silopiya û Cizîrê ku dorpêçî û terora dewleta Tirk di roja 13. de ye, berxwedana xwerêveberiyê dewam dike.

Li Silopiyê di roja 13. de berxwedana xwerêveberiyê ya gel mezin dibe. Hêzên dewletê, ji bo gel ji taxan derxîne, êrîşên xwe zêde kir. Ji duh bi şev û vir ve leşker û polîsên tevgera taybet ên dewleta Tirk bi tank û maşînên zirxî êrîşî taxên Cûdî, Nûh, Barbaros, Şehîd Harûn, Karşiyaka û Başakê dikin.

Hat ragihandin, ku hêzên dewleta Tirk bi zorê dikevin malên gel, li welatiyan didin û bi zorê wan ji malên wan derdixînin. Welatiyên ku malên wan ji aliyê hêzên dewletê ve weke çeperê tên bikaranîn, li Salona Sporê ya Girtî ya Yenîşehîrê hatin ragirtin. Polîsan li vê derê kontrola nasnameyê kirin û gelek ji wan girtin binçavan. Hat ragihandin ku kesê bi navê Mesût Ayik ji ber dosyayeke xwe ya beriya niha, Mahsûm Kerp jî ji ber lê dihat gerîn hatine binçavkirin. Li taxên Cûdî, Nûh, Başak, Barbaros, Karşiyaka, Şehîd Harûn û Yenîşehîrê êrîşên bi tank û topan dewam dikin. Gel jî li hemberî êrîşan li ber xwe dide. Gel bi qîrîna dirûşma "Bijî Berxwedana Silopiya" bersivê didin êrîşa tankan. Jin û ciwan bendên xwe zexm dikin û bersivê didin êrîşan.

Li Cizîrê, berxwedana xwerêveberiyê û xweparastin, di roja 13. de li hemberî êrîşan mezin dibin. Dewleta Tirk a ku bi hemû hêza xwe êrîş dike û nikare berxwedanê bişikîne, ji bo gel malên xwe biterikîne ji bi şev û vir ve topan diavêje malan. Tankên li ser Girê Cahferî Sadik bi cih bûne û topên ji Girê Şahîd hatin avêtin, bûn sedem ku şewat li avahiyeke sê qatî derkeve. Ji ber ku avahî vala bû, tiştek bi kesî nehat. Her wiha ji ber ku destûr ji arkujiyê nehat dayîn ku şewatê vemirîne, xanî bi temamî şewitî. Li taxên Sûr û Cûdî, hewl tê dayîn ku beşek ji şêniyên taxan ji malên wan bên derxistin û tîmên tevgera taybet ên Tirk dixwazin van deran ji xwe re bikin baregeh.

Li taxa Cûdî, hewldanên hêzên dewletê yên ji bo ketina nava taxê, bi destwerdana hêzên xweparastinê re hatin pûçkirin. Duh bi şev, leşkeran robotekî dîmenan dikişîne şand kolana Ozkan a taxa Nûrê û ciwanan ev robot bêbandor hiştin. Leşkerên ku hatin anîna vî robotî rastî berxwedana ciwanan hatin. Hat ragihandin ku li vê derê leşkerek hatiye kuştin.

(rc)