Keça Taybet Înan: Ev hişmendiya hov dê li ser vê axê winda bike

15:06

JINHA

ŞIRNEX - Keça Taybet Înan a cenazeyê wê piştî 7 rojan hatî girtin, Azîme Înan, diyar kir ku tîmên taybet dayika wê qetil kirin û wiha got: "Em vê hovîtiyê ji bîr nakin. Tîmên taybet ên ev hovîtî kirine dê winda bikin. Em dê hesabê vê zilmê bipirsin. Em dê di riya şehîdên xwe de bimeşin."

Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê dorpêça hêzên dewletê ya li ser gel didome. 7 roj berê tîmên daybet dayika bi navê Taybet Înan li kolanê qetil kirin. Ji ber derketina kolanan qedexe ye, hêj nû cenaze birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Keça Taybet Înan ku çû nexweşxaneyê Azime Înan, bertek nîşanî Serokomar Erdogan da û anî ziman ku tiştên DAIŞ'ê li Kobanê pêk anî îro Erdogan li Cizîr, Sîlopî û Nisêbînê pêk tine.

Azîme, anî ziman ku bi kuştinê nayên ser û cenazeyan bi rojan li erdê dihêlin û wiha got: "Erdogan zalim e. Hişmendiya DAİŞ'ê ye. Tiştê DAİŞ'ê li Kobanê pêk ani Erdogan li Cizîr, Silopî û li ser gelê kurd pêk tîne. Niha jî dibêjin "YDG-H kiriye" Ma Erdogan kor e. Ma zarokên tên kuştin nabîne. Ev hovîtî ye. Dayika min sivîl bû. Dewlet sivîlan qetil dike. Dema dayika min çû cem cîranan hat qetilkirin. Dewletê zarokê bi navê Yusuf Înan jî qetil kir. Bavê Yusuf Înan jî li heman cihî birîndar kir. Ew şehidên me ne. Em dê heta dawî li ser rêya şehîdên xwe bin. Me bi rojan li cenazeyê dayika xwe nerî, lê me nekarîbû cenaze rakin. Em dê hesabê vê yekê bipirsin. Ev hişmendiya hov dê li ser vê axê winda bike."

(rc)