Em li benda darisandina kiryaran bûn, kiryarên nû derketin!

15:38

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD û xizmên windayan bi daxwaza "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li Amed, Êlih, Gever, Stenbol û Îzmîrê vê hefteyê jî çalakî li dar xistin. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozuturk Turkdogan ê di çalakiya Amedê de axivî diyar kir ku ew li benda darizandina kiryaran bûn lê şerek tê meşandin û qatlîam tên kirin.

AMED

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan bi daxwaza "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" cara 359'emîn li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu hate lidarxsitin. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, rêveberên ÎHD'ê yên Amedê, Dayikên Aştiyê, xizmên windayan tevli çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mîkaîl Duzce yê li zozan Mergazer a navçeya Gevera Colemêrgê di 1993'yan de hate qetilkirin hate pirsîn û daxwaza darizandina kiryaran hate kirin. Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê û Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku qatlîam bi agahiya dewletê tên kirin û heta ku kiryar bên darizandin têkoşîna xwe bidomînin.

'Em ê aştiyê bi dengeke bilindtir binîn ziman'

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî anî ziman ku îro li Tirkiyeyê li şûna kiryar bên dîtin û darizandin şerek tê meşandin û qatlîam tên kirin. Ozturk got ku ew qatlîam û mirinan naxwazin û wiha got: "Ma qapasiteya wan yê ku me fêm bikin nîne. Heke çek biaxivin wê demê siyaset ji bo çi heye. Parlamentoyên siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî çima hene. Em ê bi hevre bi awayeke xurt aştiyê biqêrin. Em ê bixwazin alî bikevin nava diyalogê." Endama Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Gulistan Gencer jî çîroka windakirina Mîkaîl Duzce yê li zozan Mergazer a navçeya Gevera Colemêrgê di 1993'yan de hate qetilkirin parve kir. Piştre ji bo şermezarkirina dorpêçan 2 saeten çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

GEVER

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ÎHD’ê û xizmên windayan li Kolana Hunerê çalakiya xwe ya hefteya 89’an li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên kesên ji aliyê JÎTEM’ê û leşkeran ve hatine qetilkirin û windakirin hilgirtin. Di çalakiyê de nûnerên ÎHD, rêxistinên DBP/HDP’ê malbatên Veysel îşbilîr, M. Reşît Îîşbilîr, malbata Suleyman Aksu yê ku li teqîna Pirsûsê de hatî qetilkirin, SES û gelek welatî amade bû. Dayîkan di çalakiya heftiya 89’an de aqûbeta M. Îşbîrîr û Veysel îşbîlîr ên 2013’an de ji aliyê tîmên taybet ve hatî qetilkirin pirsîn.

Piştî rêzgirtinê rêveberê birayê M. Reşît Îşbîlir, Îhsan Îşbîlîr çîroka biyayê û birazî xwe vegot: "Polîsan 6’ê Kanûna 2013’an de êrîşê gorên gerîlayên HPG’ê kiri bû. Gelê Geverê jî ji bo ku êrîşên polîsan protesto bikin daketibûn qadan. Polîsan bi guleyan êrîşên gel kir û birayê M. Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr, qetilkirin. Bira û birazayê min mirovên welatparêz bûn." Îhsan da zanîn ku 2 sal li ser kuştina wan re derbas bûn lê hê jî kujerê van nehatine darizandin.

‘Her dû qetîlên gelê xwe ne’

Îhsan got ku kuşerên van kesane ji aliyê dewletê ve tin veşartin û nayên darizandin û wiha got:” Êdî çi meşrûtî ya Erdogan û Davutoglu nemaye ji ber ku ev her dû qetîlê gelê xwe ye.” Piştî axaftinê 5 deqan çalekiya rûniştinê pêk hat.

ÊLÎH

Şaxa Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Êlîhê û xizmên windayan çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” ya hefteya 359’an li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li ser kolana Gulîstanê pêk anîn. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” li ser nivîsî hat vekirin û wêneyên windayan û yê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat hilgirtin. Li ser navê xizmên windayan endamê ÎHD’ê Prz. Îlyas Tarim diyar kir ku dewlet kujerên windayan nas dike lê nadarizêne û wiha axivî: “Dema ku dewlet dixwaze ji Musa Çîtîl’an heya Cemal Temîzoz’an kujeran dibîne. Lê bi navê darizandinê terfî dike."

Îlyas dest nîşan kir ku dewlet kiryarên komkujiya Gurgumê ya 19 Kanûna 1978’an pêk tîne û wiha berdewam kir: “Dive hikûmeta AKP’ê demildest dest ji êrîşan berde. Ji bo aşkerakirina heqîqetan komîsyon bên ava kirin. Wekî gelek welatên cîhanê de li Tirkiyê jî heqîqet bi raya giştî re were parve kirin. Em carekî dîn jî dubare dikin ku berpirsyariya dewletê ya lêborîn xwestinê û aşkere kirina rastiyan heye.”

Axaftin, bi çalakiya runiştinê dawî bû.

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê jî bi heman armancê li pêş Sumerbankê ya Konakê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên ÎHD'ê di daxuyaniyê de pankarta "Winda diyar in, kujer li ku ne?" vekir û wêneyên windayan rakirin. Li ser navê komê Mine Çetinkaya, daxuyanî da. Mîne, anî ziman ku di darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de Hayrettin Eren di bin çavan de hat winda kirin û wiha got: "Li Saraçhaneyê Hayrettîn li gel hevalê xwe hat binçavkirin. Li gel 8 kesên berê hatibûn binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Gayrettepeyê. Hayrettîn li Midûriyetê rastî îşkenceya giran hat. Piştî 8 rojan agahî ji ser wî qut bû. Malbata Hayrettîn serî li hemû rayedaran da, lê hêj deng jê bilind nebûye. Dewlet 35 salin rastiyê vedişêre. Kujerê wî vedişêre û bê ceza dihêle. Em dê heta dawî hesab ji kujeran bipirsin."

STENBOL

Dayikên Şemiyê, ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin û bixwazin ku kujer werin darizandin, di hefteya 561. de li edaletê geriyan. Dayikên Şemiyê pankarta "Kiryar diyar in, winda li ku ne" vekirin û vê hefteyê jî wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin. Di çalakiya dawî ya sala 2015'an de Dayikên Şemiyê çîroka Îsmaîl Bahçecî yê di 24'ê Kanûna 1994'an de di bin çavan de hate windakirin vegotin. Dayikan qazax û karîkaturên ku Îsmaîl xêz kiribûn jî danîn li ser pankarta ku vekirin. Di çalakiyê de ewil kurê Kadir Keremoglu yê li Wanê di 14'ê Nîsana 1995'an de hatibû windakirin Bahattîn Keremoglu axivî. Bahattîn got ku endamên JÎTEM'ê yên wê demê Alaattîn Kanat, Mahmût Yildirim (Yeşîl) û Şehmuz Durak da û got ku kiryar diyar in. Bahattîn bal kişand li ser qedexeyên li Kurdistanê jî û wiha got: "Em edaletê dixwazin, ev 21 sal in em li pey vî dozê ne. Îro jî sedema qetilkirinan kurdbûn e."

Birayê Ridvan Karakoç, Hasan Karakoç jî bal kişand li ser qetlîamên li Kurdistanê û wiha got: "Em 561 hefte ne ji bo ku aqûbeta xizmên me bên ronîkirin li daqan e. Lê ev kujerên dest bixwîn her roj cînayetên nû pêk tînin. Kesên nû li artêşa windayan zêde dikin. Ez bang li kujerên dest bi xwîn dikim. Wê ev welat hesabê xwîna ku hûn dirijînin bipirse û hûn ê di dojehê de biçin cihê ku heq dikin."

'Îro êdî ez şerm dikim cenazeyê birayê xwe bixwazim'

Îkbal Eren a xwişka Hayrettîn Erenê di 21'ê Mijdara 1980'an de hate qetilkirin jî bal kişand ser qatlîamên li dijî kurdan. Îkbal wiha got: Di salên 90'an de mirov ji dur ve dihatin windakirin. Lê niha li ber çavên hemû kesan tên kirin. Cenazeyên mirovan bi rojan li kolanan tên hiştin. Îro zarokekî 3 mehî hate qetilkirin. Ma we ji zaroke çi xwest. Îro êdî ez şerm dikim cenazeyê birayê xwe bixwazim. Li hundirê çavên me dinêrin û mirovan dikujin."

Umut Bahçecî yê ku birayê Îsmaîl Bahçecî yê di 1994'an de hate windakirin jî axivî û got ku Wezîrê ji Mafên Mirovan berpirsyarê yê wê demê Azîmet Koyluoglu ji dayika wî ya ku aqûbeta birayî wê pirsiye re gotina "Dibe ku zarokê te kuştine û avêtine çalakê" bi kar aniye. Umut ev tişt got: "Kiryar diyar in. Qîmeta ku dewlet dide mirovan diyar e."


Piştre ji bo dayîna daxuyaniya hefteyê Ceren Gozde Uygun axivî û bilêv kir ku 4 meh in li Kurdustanê qatlîam berdewam dike û wiha got: "Peyema me ya sersalê ye, li rojhilatê welat zarok bi gotina 'li vir dewlet me dikuje' qîr dikin, bi rehetî ranezê Tirkiye."

(rc)