Li Şirnexê polîsan du kes birîndar kirin

16:04

JINHA

ŞIRNEX - Li taxa Dîcle ya Şirnexê polîsan duh şevê êrîşî gel kirin û yek jê giran 2 welatî birîndan bûn. Welatiyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Li taxa Dîcle ya Şirnexê polîsan bi çekên giran û wesayîtên zirxî êrîş kirin. Di encama êrîşa polîsan de welatiyê bi navê Ramazan Ozturk ê 67 salî û Suphî Ustek ê 23 salî hatin birîndarkirin. Hate hinbûn ku rewşa Suphî Ustek giran e. Suphî û Ramazan li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên dermankirin.

(zy)