Kongreya 1. a Komeleya Jinên Ciwan li Maxmûrê despêkir

16:21

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN -1.kongreya Jinên Ciwan bi dirûşmê ‘Bi jinên berxwedêr em ê Rêber Apo azad bikin, şoreşa xweseriya demokratîk pêş bixin’ li Wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hat destpêkirin.

1.kongreya Jinên Ciwan bi dirûşmê ‘Bi jinên berxwedêr emê Rêber Apo azad bikin, şoreşa xweseriya demokratîk pêş bixin’ li Wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi tevlîbûna 300 delegeyan, bi sedan jinên ciwan û mêvanan îro saet 08:00’an de li cîhê konferansê hat destpêkirin.

Di rojevê kongreyê de dîwana ku bi 5 kesan ve pêk tê hat hilbijartin û liser navê Jinên Ciwan Koordinasyona Komalên Jinên Ciwan Dilarîn Berşev kongreyê pîroz kir û wiha axivî, “Em vê kongreyê ji hemî Jinên Ciwan a de çeperan de li berxwe didin re, ji Rêber Apo re û hemû kesên livir amadene re pîroz dikin û silav dikin.” Piştî axaftina Dilarîn Berşev peyamên ku KJK û YDG-K şandibûn hat xwendin.

Kongreya Jinên Ciwan bi hemî germahiya xwe û moralek mezin berdewam dike.

(rc)