Li Silopiya melayê 75 salî qetilkirin

17:08

JINHA

ŞIRNEX - Melayê Silopiya Mele Hasanê 75 salî dema ku ji bo ji zarokan re xwarinê bigire hilket qata jor a avahiya xwe di gulebarana polîsên tîmên tayîbet de hat qetilkirin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê di roja 13'an de qedexe û êrîş berdewam dikin. Li Taxa Nur Melayê Silopiya Mele Hasan Sanir ê 75 salî dema ku ji bo ji zarokan re xwarinê bigire hilket qata jor a avahiya xwe di gulebarana polîsên tîmên tayîbet de hat qetilkirin. Dema ku di gulebaranê de Mela Hasan jiyana xwe jidest da, polîsên tîmên tayîbet ser malê de girtin, endamên malê yên dinê girtin û birin, nayê zanîn ka kude birine. Hîna cenazê Hasan Sanir di malê de li benda girtinê ye.

(zt)