Dê sibê li Şirnexê jin bi diruşma 'Qatîlê jinan dewlete' bimeşin

17:18

JINHA

ŞIRNEX - Dê sibê li Şirnexê Têkela Kongreya Jinên Azad (KJA) ji bo jinên li Kurdistanê bi destê dewletê tên qetilkirin bi diruşma 'Qatîlê jinan dewlete' bimeşin.

Bi pêşengiya KJA yê li Kurdistanê jin pêşengiya rêveberiyên cewherî dikin. Jinên pêşengê berxwedanê ne ji aliyê dewletê ve hedef tên girtin û tên qetilkirin. Jin bi pêşengiya KJA yê dadikevin qadan û bi diruşma 'Qatîlê jinan dewlete' di çalakiyan denin. Sibê dê çalakiya xwe li Şirnexê berdewam bikin. Di saet 13.30'an de jin li ber avahiya HDP'ê bicivin û ji wê dest bi meşê bikin.

Parlementera HDP'ê ya Wanê Bedia Ozgokçe banga tevlîbûna meşê kir û got: "Ji bo demek zu rakirina van dorpêçan û bi dawîbûna qirkirinan divê em dengê xwe gur derbixin. Divê em ji hemû hêzên qirkirinê dikin re bêjin bese. Ji bo em ji hêzên dewletê yên sivîlan qetildikin re bêjin bese divê em sibê dengê xwe gur derbixin."

(zt)