Li Cizîrê du zarokên din qetilkirin
17:22
JINHA
ŞIRNEX - Di bin dorpêça û êrîşa li ser Cizîrê de zarokek di zikê dayîka xwe de yek jî di hemêza dayîka xwede hatibûn qetil kirin. Vê carê jî du jin ji ber zayîna zû negihêştin nexweşxanê herdu jin zarokên xwe wenda kirin. Xeteriya canê dayîkan jî didome.
Li navçeya Cizîra Şirnexê li hember dorpêç berxwedan di roja 13. de berdewam dike û dewlet qetilkirina zarokan de didomîne. Li Taxa Cudî yê Cizîrê ji ber êrîş û şertên giran Ayşe Sezgîn û Zekiye Eren ji ber zayîna zû zarokên wan mirin. Ji ber êrîşan herdû jinên ku travma derbas dikin, Ayşe û zarokê xwe yê zû hatî dinê ji ber ne gihandin nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Zekiye Eren jî ji ber zayîna zû yê 7 mehî negihandin nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Xizmên Ayşe û Zekiye diyar kirin ku rewşa wan yê tendûristiyê ji ber wendakirina xwînê zêde yê bi sedema zayîna zû pêk hatiye di xeteriyê de ye. Hat zanîn ku herdu jin ji ber ku tîmên taybet Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê kiriye baregeh nexwestine biçin nexweşxanê û li malê tên tedewî kirin.
Li Cizîrê di 20'ê Kanûnê de polîsên tîmên taybet jina ducanî Gûler Yanalak, zarokê wê a di zikê wê de qetilkiribûn.
Şevê din jî zarokê sê mehî Mîray Înce, bi kuleyê ku li malê ketiye hat qetilkirin.
(rc)