Li Nisêbînê jî YPS hate îlankirin

17:29

JINHA

MÊRDÎN - Piştî îlankirina YPS-Botan, li Nisêbînê jî YPS bi merasîmek leşkerî hate îlankirin.

Piştî ku Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) a Botanê hate avakirin, îro li Nisêbînê jî YPS bi daxuyaniyekî hate îlankirin. Di daxuyaniyê de endamên YPS’ê amade bûn. Îlankirina YPS-Nisêbîn bi merasîmekî leşkerî hat eli darxistin. Daxuyaniya ji aliyê YPS’ê ve hate îlankirin wiha ye: “Di sala 2015’an de gelê kurd li gelek bajarên Kurdîstanê rêvberiyên xweser îlan kir. Ev yek li hember polîtîkayên dewleta dagirker a tirk yên tune hesibandin, asîmîlasyon û qirkirinê gavek li hebûn û îradeya xwe xwedî derketinê bû. Lê dewleta dagirker, weke ku bi salane bi koçkirin, qirkirina fizikî û çandî dixwaze gelê kurd ji holê rake. Îro jî li hember daxwazên gelê me yên herî rewa xwe rangirtiye û bi hişmendiyek faşîst û talanker êrîşî îradeya gelê kurd dike. Li hember van êrîşan wek mafek mirovî gelê me jî bi pêşengiya jin û ciwanên parstina xwe ya rewa pêşdixe. Bi salane dewleta dagirker bi valakirina zêdetirî 4 hezar gundan, bi hezaran kûştinên kiryarê wan ne diyar û girtin û îşkenceyê xwest têkoşîna gelê me bişkêne û tasfiye bike.

Li van kolanan însanên bêguneh kuştin, bi hezaran însan jî tenê ji ber xwedî derketina ziman û çanda xwe xistine zîndanan. Êrîşên hewayî li hember sivîlên pêşxistin ma ev yek jî ne terorîzm bû. Îro jî li nav kolanên Kurdîstanê zarok, dayik, kal û pîr qetil dikin ne terorîzmê. Lê mafê herî rewa yê parastina rewa ya gelê kurd li hember vê hişmendiyê faşîst û qirkirinê weke terorîzm tê pênasekirin. Ev têkoşîn bi qasî ku ya gelê kurd e, ya gelê tirk û mirovahiyê ye jî. Em bang dikin ku raya giştî ya cîhanê û Tirkiyê li hember vê hovîtiyê bêdeng nemînin û tevlî vê berxwedanê bibin. Dîsa gelê mey ê li Farqîn, Cizîr, Silopî, Kerboran, Sur û Dêrikê li berxwe dide û em slav dikin.

Em jî weke ciwanên gelê berxwedêr ê Nisêbînê îlankirina YPS-Botanê pîroz û silav dikin. Ji bo parastina nirxên komûnal û dmeokratîk, azadkirina Rêber Apo di bin sîwana YPS-Botan de wek YPS-Nisêbîn em ê jî têkoşîna xwe xûrt bikin û gelê xwe li hember êrîşên dewleta dagirker biparêzin. Li ser vê esasê em bang li hemû gelê xwe û taybet jin û ciwanan dikin ku tevlî nav YPS’ê bibin û xwedî li hebûn û îradeya xwe derbikevin. "

Îlankirina merasîmê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gelê kurd” bi dawî bû.

(mo-bg/eb/rc)