ODKG'ê banga tevlîbûna panêla 'Xwerêveberinê' kir
09:19
JINHA
WAN - ODKG'ê tevahî jin dewatê panêla 'Xwerêveberinê' a ku di 29'ê Kanûnê de li Navenda Çandê ya Nûda were li darxistin kir. Aktîvîstên ODGK'ê piştî panêla ku wê li Wanê bê li darxistin, dan zanîn ku di 9'ê Çileya 2016'an de wê wek jinên Wanê bi aweyek xurt tevlî Kongreya Jinên Ciwan ên Amedê bibin.
Jinên Ciwanên Azad ên Demokratîk (ODKG) da zanîn ku di 29'ê Kanûnê de wê li Navenda Çandê ya Nûda panêlek li darbixe. Panêla ku parlementerên HDP'ê jî wê beşdar bibin, dê "Di xwerêveberinê de girîngiya jin, sekn û berxwedan" bê gotûbêj kirin. Aktîvîsta ODKG'ê Melek Ozçelîk banga tevlîbûna panêlê kir û wiha got, "Em wek jinên ciwanên azad ên demokratîk, ji bo xwedî li têkoşîn û berxwedana jinan yê 40 salê hene. Em wek ODGK'ê ji bo gotûbêjkirina girîngiya jin di xwerêvebirinê de û têkoşîn wê tevahî jin dewatê panêlê dikim."
Melek wiha domand: "Têkoşîna me dê cih û pêşengiya radîqalbûna jinan di nava xwerêveberinê de bi hêz bike. Wekî ku Rêbertî bilêv dike 'Bê jin jiyan nabe, lê bi jina heyîre jî jiyan nabe', divê li hember pergala heyî a ku jiyan li dora jinê tang dike, em xwe jê rizgar bikin." Melek destnîşan kir ku eger têkoşîna azadiya jin derneketiba û piştgiriya jin ji vê têkoşînê re nebaya wê jin weke kole jiyana xwe berdewam kiriba.
Aktîvîsta ODGK'ê Mûlkiye Kutlu jî wiha got, "Azadkirina jinê bi têkoşîna Sakîne, Ekîn û Arînan ve pêk tê. Divê em xwedî li têkoşînê derên û profîla jina ku ber bi şoreşê ve dimeşe xêzbikin. Kongreya Jinên Ciwan yê ku ji Sara, Viyan û Zîlanan re bê diyarî kirin, a ku di 9'ê Çileya 2016'an de li Amedê pêk were, wek jinên Wanê em ê bi aweyek xurt beşdar bibin."
(rc)