Şervanên jin ji bo hemlê serkeftinê amede ne
09:21
JINHA
QAMIŞLO - Li bajarê Qamişlo Akedemiya Şehîd Necbîr, Dewreya Şehîd Toprak bi merasîmê bi dawî kir.
Li Rojavayê Kurdistanê jin di qadê parastinê de xwe bi rêxistin dikin. Li bajarê Qamişlo a Kantona Cizîrê Akedemiya Şehîd Necbîr, Dewreya Şehîd Toprak a ku du meh didomî bi merasîmek bi dawî kir. Şervanên ku perwerdeyên bîrdozî û leşkerî dîtine xwe ji bo hemleya serkeftinê amede kiriye. Di merasîma dawîkirina dewrê de Fermandara Dewreya Şehît Toprak Zîlan Efrîn da zanîn ku, ew li gorî pêvajoyê perwerde dîtine û ji bo parastina jin û civakê xwe amede kirine û wiha got, "Şervanên jin bi coşek mezin dawî li perwerdeya xwe a du mehan anîn. Encamek bi hêz derxistin. Jin bi afrînerî û hêza xwe tevlî jiyanê dibe. Serkeftin wê her dem ên şervanên azadiyê be."
Piştî merasîmê şervanan soza têkoşîn û bilindkirina berxwedanê dan. Bi girtina nasnameyên endamtiya Akedemiya Şehîd Necbîr merasîm bi girtina govend û amedekariya şervanan bi dawî bû.
(gb/rc)