Jinên Elewî dê di 3 yê çile de bimeşin Surê

09:24

JINHA

AMED - Bi boneya bilindkirina berxwedana jinên Surê û pariyê xwe par kirinê dê jinên di saziyên Elewiyan de di 3 yê çile de ber bi Surê ve bimeşin.

Li hember bi qedexeyên derketina kolanan re polîtîkaya qirkirinê ji Miray Înce a 3 mehî heya Taybet Înan a 52 salî hemû sivîlan hedef digirin hemû jin dengê xwe bilind dikin. Jinên Elewiyên ku bi qirkirinên Dêrsim, Gurgum, Çorum, Sêwas û Taxa Gaziyê re ru bi ru mane, ji bo şêwirmendiya bi jinên kurd re dê bimeşin Surê. Di 17'ê kanûnê de ji bo protestokirina êrîşên li hember daxwazên gelê kurd zêde dibin bi diruşma 'Bêdeng mayîn bûyîna hevparê zilmêye' jin li Stenbol, Enqere, Samsur, Îzmîr, Meletya, Gurgum, Mêrsîn, Gimgim û Dêrsimê di nava çalakiyan debûn û çirayên berxwedanê vêxistin.

Dê jinên elewî bi diruşma "Nebin hevparê zilmê" di 3 yê kanûnê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Elewiyên Demokrat bimeşin Surê. Hevberdevka Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) yê Hulya Yer got: "Di 3 yê çile de ji bo bihevrebûna jinên berxwedêrên rêveberiya xwe ya cewherî îlan kirine û parkirina pariyê xwe emê ber bi Sura Amedê ve bimeşin. Herwiha dê li Stenbol, Enqere, Samsur, Îzmîr, Meletya, Gurgum, Mêrsîn, Gimgim û Dêrsimê bi pêşengiya jinan ji bo Surê meş bê lidarxistin. Emê li Surê hişmendiya Yezid nelet bikin û jinên hatine qetilkirin bibînrbînin. Dê ji deverên weke Navenda Giştiya Pîr Sultan Ebdal, Wexfa Haci Bektaşê Welî û Dergahê Dede Garip jî di navê de ji gelek komeleyên elewiyan jin beşdarî çalakiyê bibin. Emê berxwedana jinên Surê silav bikin. Emê banga bidawîkirina qirkirinên AKP'ê bikin. Emê berxwedanê silav bikin û li hemberî zilmê bê deng nemînin."

(zt)