Jinên Cizîrê: Dê saraya we têkbiçe lê em têknaçin

09:25

Asya Tekin-Asmin Bayram/JINHA

ŞIRNEX - Ji jinên Cizîrê yên ku 14 rojin li hemberî tang û topan bi diruşme û tilîliyan li ber xwe didin peyam heye; "Êdî dewlet ji pistuwa me ket. Dê rojekê saraya we hilewşe lê emê têk neçin."

Li navçeya Cizîra Şirnexê 14 rojin dibin dorpêçê de dewlet bi tang, top, çekên giran û deh hezar leşkeran êrîş dike, li hemberî wan jin bi diruşme û tilîliyên xwe bawerî û vîna xwe ya hêzdar li hemberî hemû zoriyan li ber xwe didin. Bi komên 100-150 kesan di qatên bodruman de dijîn welatiyên Cizîrê. Jinên ku ji bo parstina zarokên xwe li dervenin hem jiyana komunê rêxstin dikin û hem jî bi tilîliyên xwe yên berxwedanê li piş barîkatan nobetê digirin.

Li Taxa Cudi ji jinek a ku me şahidiya berxwedana wê kirî peyam heye; "Dê rojekê saraya we têkbiçe, lê emê ticarî têk neçin."

'Evder Kurdistane bila ew biçin'

Ji jinan dema ku me navê yekê pirsî bersiva "Ji navan bigerin ji xwe em êdî bûne yek" tiştên jiyan kirine wiha anî ziman: "Bêyî biçuk û mezinan ji hev cuda bike bi dijminane êrîş dikin. Em birîndarên xwe ser pişta xwe digerînin dibin tedawî dikin. Ji DAIŞ'ê hîn xiratirin. Guya misilmanin, lê ti eleqeya v an bi dîn, îman û mirovahiyê re nîne. Daxwaza me xwe bi xwe rêvebirine. Bila êdî tevlî me nebin. Ji zarokên sê mehî heya jinên temenê wan mezin qetildikin û di nava kolanan de bêmafiyê li cenazê wan dikin. Evder Kurdistane, mal û axa meye, ger hinek ên çunê hebin ew bi xwe ne bila biçin."

'Dê ev zarok hesab bipirsin'

Di wê navberê de jinek din a ku dixwest hêrsa xwe bîne ziman û bipeyîve jî got: "Zilma ku 40 salin dike êdî qediya. Em dibêjin aştî ew êrîş dikin. Ger dizanin ku dê bi îskence, mirin û qirkirinan me biqedînin bila qusurê mêze nekin. Em li vêderê ne û emê bi derekê de jî neçin. Bi rojane zarok hemû di bodruman de em nikarin derxînin. Dê sibê ev zarok mezin bibin, gelo ma wê hesabê van ji wan ne pirsin? Bila êdî ji axa me derkevin ku em vegerin jiyana xwe ya asayî."

'Dê di cehnemê de bişewitin'

Jinekdin a ku mala xwe ya xirabûyî bi destan nîşan kir jî hestên xwe wiha anî ziman: "Bi tangan mala me xirakirin, ava me xistin ber guleyan ji bo em venexwin. Em avê germ dikin û vedixin. Elektirîk birîne. Bila êdî dewlet destê xwe ji pistiwa me berde. Evder axa meye, ne ya wane, hem jî şermnakin hewildidin me koçber bikin. Bila ew biçin cihê ku jê hatine. Ew îşkalcîne. Bele êdî ma ji xwîna kurdan têr nebûne? Erdogan li piş 50 deriyên sarayê veşartine, dê ew tirs serê wî bixwe. Em li vêderê ji tangan ditirsin, lê bila ew ji agirê cehnemê bitirse, dê di cehnemê de bişewite."

(zt)