Ayla Akat: Dê jin rola xwe ya di şoreşê de bilîze

10:05

Tekoşin Tekin/JINHA

AMED - Hevberdevka KJA yê Ayla Akat diayr kir ku dê jin li hember hişmendiya mêrane bi rêxistinbûna xwe ya tayîbet pêşengiya rêveberiyên cewherî bikin û got: "Dê jin desketiyên xwe bi rêxistinbûn û berxwedana ku îro di navê dene di pêvajoyê de hebûna xwe bide diyarkirin. Dê jin bi rêxistinbûna xwe bi guherîn û veguherîna xwe rola xwe ya di şoreşê de bilîze."

Hevberdevka KJA yê Ayla Akat Ata Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a Lijneya Giştî ya Awarte û cihê jinan di nava rêveberiyên cewherî de nirxand. Ayla diyar kir ku di sala 2007'an de Kongra Civaka Demokratîk li Amedê komû projeya xwe ya çareseriyê ji bo civaka Tirkiyê û rêveberan pêşkêş kiribû. Ayla destnîşan kir ku paşê hemû sazî û dezgahan ew bername weke projeya çareseriyê dan pêşiya xwe û wiha domand: "Partiya Civaka Demokratîk, Partiya Aştî û Azadiyê, Partiya Herêmên Demokratîk û îro Partiya Demokratîka Gelan daxwazên wan ên xweseriyê hebûne. Ev mafek xwezayiyê bihêzkirina parlemento û pêvajoya çareseriyê ye."

'Dê biriyarên dîrokî bên girtin'

Ayla bilêv kir ku ev biriyara bi kelecan pêşewazî kirine û wiha berdewam kir: "Piştî 2 sal û nîvan, pêvajoya çaresriya demokratîk û diyalogan nehat derbaskirin cardin biriyara şer hat dayîn, piştî 7'ê Hezîranê dest bi şer kirin. Ti tiştên ber ser gelên Kurdistan û Tirkiyê kirine tesadur nîne, hemû pîlankirîne. Di 30'ê Cotmeha sala 2014'an jî bûyerên 6-7'ê Cotmehê weke hincet girtin û zagona parastina hindir derxistin. Şertên awarte yên li Kurdistanê tên jiyan kirin giyana civîna me derxistiye holê."

'Ji ber ku jin hêza pêşengin di hedefê denin'

Ayla anî ziman ku ji ber jin di rêveberiyên cewherî de hêza pêşengiyê ne ji bo wê jî hedef tên girtin û wiha dom kir: "Bi zanebûn li Girmgimê dewletê êrîşî Ekin Wan kir. Cardin herî dawî di kesayeta Taybet Înan de jinên kurd hedef girtine. Ji ber ku jin hêza pêşengin, deskeftiyên xwe bi dest xistine. Jin dixwaze bibe hêza guherîn û veguherînê."

(zt)