Li Hezexê derabe nehatin vekirin û amadekariyên meşê tên kirin

10:11

JINHA

ŞIRNEX - Li Hezexê esnafan ji bo şermezarkirina êrîşên dewletê yên li ser gelê kurd tên meşandin darabe venekirin. Li navçeyê bi heman armancê dê îro meş bê li darxistin.

Êrîşên dewletê yên li ser gelê kurd bi zêdebûnê dimeşin. Berxwedana gel a li hemberî êrîşan jî bilind dibe. Li navçeya Hezexa Şirnexê ku ev deh roje li ser piyan e, dê îro ji bo piştgiriya Sûr, Cizîr, Silopî, Kerboran û Nisêbînê meşek bê li darxistin. Ji bo protestokirina êrîşên dewletê û piştgiriya rêveberiyên xwe cihî gel darabeyên xwe venekirin. Li navçeyê ev 15 roje tevahiya dibistanan jî tê boykotkirin û kes zarokên xwe naşîne dibistanan.

(ke/eb/zt)