Li Surê 11 birîndar hene cihên sivîlan di hedefê dene
10:46
JINHA
AMED - Li Surê di roja 26'an de dorpêç berdewam dike, duh tevahiya orjê malên sivîl lê dimînin hedef hatine girtin 2 jê zarok 11 kes birîndarin. Di topbaranê de gelek mal xirabûn. Ji ber dumana malên dişewitin jinek ducanî jehrî bû û zaroka xwe winda kir. Ji nava navçeyê dengê teqînên mezin tên.
Li navçeya Sura Amedê dibin dorpêç û êrîşan de berxwedana gel di roja 26'an de berdewam dike. Duh tevahiya rojê li Taxa Hasirliyê sivîl hedef hatin girtin û hatin gulebarankirin. Di bin topbaranê de agir bi 20 malan ket. Di malek a agir pêketî de 7 kes bi zorê xelasbûn. Di nava malekê de zarokek birîndar bû û jinek ducanî ji ber dumanê jehrî bû û zaroka xwe winda kir. Navê jina nehat zanîn ku travma derbaskirî hat zanîn ku rewşa wê başbûye.
Ji aliyê sekvanan ve kesek ji piştê ve hat gulebarankirin. Di bîlançuya êrîşên duh tevahiya rojê berdewam kirin de hat zanîn ku 2 jê zarok bi giştî 11 kes birîndarin. Birîndar di nava taxê de ji aliyê welatiyan ve tên dermankirin. Tevahiya şevê li taxên Hasirli û Alipaşa berdewam kirin. Li Taxa Tasirliyê dengên teqînên mezin tên, ji ber topbaranê gelek mal dişewitin.
Di nava Taxa Hasirliyê de me xwe gihand welatiyek 26 rojin li ber xwe didin. Welatiyê xwe gihandî me diyar kir ku ji ber ku elektirîk birîne tayîbetî jî tenduristiya zarokan nebaşe. Welatiyê ahatî da bilêv kir ku mamayê zarokan qediyaye, ji ber ku xwarin nayê çêkirin dema êrîş hinek kêm dibin ew bi hev re li cihekê agir pêdixin û xwarinê bi komî çêdikin û dixwin, ji xwe êdî xwarinên wan jî nemane û got: "Dewlet sivîlan dike hedef. Ji bo zarokan xwarin nemaye. Divê dorpêç bê rakirin."
Li aliyê dinê li derdora Minara Çarling şer giran bûye. Bombabaran berdewam dike, agir bi gelek malan ketiye, tupên di hindirê malan de jî di nava agir de di teqin.
(zt)