Li Cizîrê mirov û dîrok dibin tehdîdê denin

10:49

JINHA

ŞIRNEX - Hêzên dewletê li Cizîrê hem welatiyan hem jî nirxên dîrokî hedef digire. Di tobpara li hemberî navenda navçeyê de, Mizgefta Seyîddan a 471 salî jî bû hedefa topan.

Hikumeta AKP'ê, êrîşên li hemberî vîna gel a rêveberiya cewherî berdawam dike. Yek ji bajarên ku rastî terora dewletê ya bêsînor tê Cizîra Botan e ku ev 14 roj in dorrpêç û qedexeya li ser berdewam dike. Hêzên dewletê ji ber ku nikare berxwedana gel bişkîne, navenda navçeyê jî di nav de hemû taxan bênavber topbaran dike. Di vê topbaranê de cihên dîrokî jî bi zanebûn hedef tê girtin. Herî dawî Mizgefta Seyîddan a 471 salî ku li navenda navçeyê ye bû hedefa guleyên topan. Guleya topê ku li mizgeftê ket, xisar da mizgeftê. Piştî ku ev komkujiya dîrokê ji aliyê rojnamevanan ve hate qeydkirin, welatî ji bo zêdetir zirar nede, guleya topê ji cihê ku lê ketiye derxist.

(zt)