Cenazeyê du ciwanên ku li Surê hatin qetîlkirin ev 5 rojin nadin xwediyê wan

11:57

Bêrîtan Elyakut-Şehrîban Aslan/JINHA

AMED - Cenazeyên du ciwanên bi navê Îsa Oral û Mesut Sevîk ên ku berî 5 rojan li Surê ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetîlkirin hêj radestî malbatên wan ne hatine kirin. Malbatên ciwanên ku nehatine definkirin û cenaze li kolanên Surê ne diyar kirin ku "Îşkenceya li ser cezaneyan têkçûyin û ji hêz ketina wan nîşan dide."

Bi destpêkirina rêveberiya xweser re dewleta tirk bi komkujî û êrîşên xwe navê xwe di nava rûperên dîrokê de nivîsand.

Wek li navçeya Sîlopiya Şirnaxê jina bi navê Taybet Înan ji aliyê tîmên taybet ve hate qetîlkirin û cenazeya wê 7 roj li kolanan ma, niha jî cenazeyên du ciwanên bi navê Îsa Oral û Mesut Sevlîk ên ku berî 5 rojan li Surê hatin qetîlkirin li baxçeyê qarargeha tîmên taybet tên rawestandin radestî malbatan nayê kirin. Du endamên YDG-H'ê Îsa Oral û Mesut Sevîkten ên ku di 23'ê kanûnê de li Surê ji aliyê polîsan ve hatin qetîlkirin tu agahiya malbatan ji cezaniyên zarokên wan tune.

'Derûniya têkçûyinê ye'

Birayê Mesût Sevîkten, Îhsan Sevîkten diyar kir ku herî dawî agahî bihistine ku cenazeyên wan li bahçeyê dibistana ku tîmên taybet ji bo xwe xistina wek qarargeh standine û got ku dewlet bi êrîşên xwe yên dawî bi temamî derûniya têkçûyên tev digere û ev tişt got: "Hêzên dawletê bi her awayî êrîş dike. Li hewayê bombebaran dike û bi top û tangan êrîşê gel dike. Birayê min şehîd ket û ev 5 roj e ku cenazeyê wê di hindir deye û em nikarin bi çin bistinîn. Raste rast ji me re dibêjin ku mirin mafê we ye û bila cenazeyên we di hindir de bimînin. Ev dijî mirovahiyê ye. Di cihanê de bi hezar şer çêbûne lê di tu exlekê şer de li cenazeyan îşkence nehatiyê kirni û bê exlekî nêz nebûne."

'Bi dorgirtinan de nikarin vîna gel bişkinin'

Îhasan da zanin ku ji bo cenaze bîstînin serî li gelek cihan de ne lê dema ku gotine; 'Di hindir de cenazeyên me hene' tu kes alikarî nedaye wan û wiha pê de çû: "Dorgirtinên ku tên kirin hemû jî ji bo şikandina vîna gel e. Lê bila baş bê zanin ku ev şerê qirêj îradeya gel naşkine û dê gel heya dawî ye li ber xwe bide. Ev şer şerekî gelek qirêj e. Ev fermana mirinê ji qesrê tê. Bila baş bê zanin ku dê qesîr di nava şer de bifetîse. Ez bang li hemû mirovan dikim. Ji bo ev dorgirtin bê şikandi divê me bibin yek û demîldest tiştek bikin. Ev tiştên ku tên kirin dÎjî mirovahiyê ye dÎvê em rawestinin."

'Bi kena xwe ya mazlûm her kesî dixist bin bandora xwe'

Apê Îsa Oral, Abdulhamît Oral jî got ku di nav malbatê de ji Îsa re digotin Mazlûm û wiha axivî: "Mazlum her tim li hemberî zilmê têdikoşiya. Îro têkoşina ku Mazlum li Surê da dîsa ji bo gelê bindest bû û em bi têkoşina xwe şanaz in. Malum bi ken û sekna xwe her kesÎ dixist bin bandora xwe. Raste îro Mazlum şehîd ket lê ez baş zanin ku dê sibê hemû zarokên li Surê dijin bi navê Mazûm mezin bibin.

'Mazlum gihişt azadiya ku xeyal dikir'

Abdulhamît gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Kujerê biraziyê min Erdogan e. Ev êdî neyar e me ye. Wek ku kuştina mirovan ne bes be niha jî cenazeyên me nade û îşkence li cenazeyan dide kirin. Ev di tu ol û baweriya civakê de tune û nayê qebûl kirin. Kesê ku ji bo mazluman têdikoşe êrî giyana wî azad e û giyanê wî gihiştiye nav refên azadiyê. Dİ cihanê de tenê xeyalek Mazlum hebû ev jî azadi bû. Mazlum gihişt xeyalê xwe û niha di nav kervanên azadiyê de ye."

(ho/zt)