Li Qamişlo meşa ji bo piştevaniya Bakurê Kurdistanê
12:57
JINHA
QAMİŞLO - Bi boneya piştevaniya gelê Bakurê Kurdistanê yên li hember êrîşên qedexeya derketina kolanan li ber xwe didin gelê Qamişlo herikîn ser sînorê Nisêbîn.
Ji bo protestokirina dorpêça ser bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê û piştevaniya berxwedana gelê dibin dorpêçan de li ber xwe didin welatiyên Qamişlo bi meşek girseyî herikîn ser sînorê Nisêbînê. Di meşê de diruşmên weke "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Bakur", "Bijî berxwedana Amedê", "Bijî berxwedana Nisêbînê" bilind dibe.
Bi hezaran welatiyên hatin dibin konên ser sînorê Nisêbînê hatîn vedan de bûcîhbûyîn dest bi xwendina sîrodan kirin. Di axaftinên di nava çalakiyê hatin kirin de berxwedana Bakurê Kurdistanê hat silavkirin.
(zt)