Li Kerboranê polîs gefa koçberiyê li gel dikin
12:58
JINHA
MÊRDÎN - Li gel hemû propagandaya "Gel malên xwe terk dike" ya dewletê jî, ji ber ku gel taxên xwe terk nake, li Kerboranê hêzên dewletê gefa, "Ku hûn koç nekin, hûn dê bimirin" li welatiyan dixe.
Êrîşên dewletê yên li ser gelê Kerborana Mêrdînê di roja 17'an de berdewam dike. Hêzên dewletê ligel hemû êrîş û şîretên terkkirina taxan jî gel berxwedana xwe didomîne û taxên xwe bernade. Li ser vê berxwedanê hêzên dewletê li Taxa Safayê ya barîkat lê heyîn kete hind malan û gefa, "Ku hûn mala xwe terk nekin hûn dê birin" li hemwelatiyan dikin.
Li Taxa Safayê hêzên dewletê deriyên hind malan şikandin û ketin hundir. Hêzên dewletê yên zordarî li gel kirîn ku derkevin ji derve, hemwelatiyên li dijî derketîn jî darp kirin. Hêzên dewletê malên hemwelatiyên koçber kirine, weke çeper bikar tînin. Li navçeya caran pevçûn derdikevin, gel berxwedana xwe didomîne.
(ekîb/eb/zt)