Li Cizîrê di avahiyekê de ji 5 kesên mahsur mayî 5 orjin agahî nayê girtin
13:06
JINHA
ŞIRNEX - Li Taxa Yasef a Cizîrê di malekê de ji 5 kesên temenê wan di nava 90 û 16 saliyê de 5 rojin agahî nayê girtin.
Li navçeya Cizîra Şirnexê di roja 14'an de li hemberî êrîşan berxwedan berdewam dike. Hêzên dewletê dixwazin di nava taxan de têkiliyan qutbikin, hemû awayê gihandinê asteng dikin.
Li Taxa Yasef a Cizîrê di qata biniya avahiyekê de ji 5 kesên bi navê Hasan Erdem (90), Hediye Erdem (60), Taybet Sosin (50), welatiyê navê wî nehat zanîn ê 80 salî û Leyla Erdema 16 salî 5 rojin agahî nayê girtin.
Xizmên wan diyar kirin ku berî 5 rojan wan bi rêya Leyla ya ku li wan ên dinê dinêrî agahî girtine, ji wê demê ve agahî ji wan nayê girtin. Parlementerên HDP'ê li gel xizmên wan axivîn û dan zanîn ku ew ji jiyana her 5 kesan bigumanin.
Parlementerê HDP'ê Faysal Sarıyıldız destnîşan kir ku ji bo ew xwebigihînin wan 5 kesan ew hevdîtinan diki.
(zt)