Li Şirnexê polîsan êrîşî meşa jinan kir: 2 jin birîndarbûn
14:59
JINHA
ŞIRNEX - Li Şirnexê polîsan êrîşî meşa ku ji bo piştgiriya berxwedana Cizîr û Sîlopiyê hate lidarxsitn kirin. Bi êrîşê re pevçûnan dest pê kir yek jê giran 2 jin birîndar bûn.
Li Şirnexê ji bo piştigiriya berxwedana Cizîr û Sîlopiyê ku ev 14 roj in di bin terora dewletê de bi beşdariya parlamenterên HDP'ê meş hate lidarxistin. Bi hezaran kesên li ber avahiya HDP'ê ya Şirnexê kom bûn ber bi cadeya Cumhuriyetê ve dest bi meşê kirin. Polîsan êrîşî girseya dimeşiyan kirin. Gel jî bi teviran ve li dijî bombeyên gazê û ava şid xwe parastin.
Di encama êrîşa polîsan de ji ber bombeya gazê jina bi navê Leyla Batibey û jineke pîr a navê wê nehat hinbûn birîndar bûn. Hate hinbûn ku rewşa jina pîr giran e.
Pevçûna ku piştî êrîşan dest pê kir berdewam dike.
(zt)