Li Kerboranê teqîn ambulans hatin sewq kirin

14:59

JINHA

MÊRDÎN - Di dema wesayîtên zirhî dixwestin bikevin Taxa Safayê teqînek din a mezin pêk hat. Ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Li navçeya Kerborana Mêrdînê ku êrîş di roja 17'an de ne, berxwedan mezin dibe. Li navçeyê di seatên sibê de êrîş hatibûn zêdekirin. Di heman demê de hêzên dewletê xwestibûn bi wesayîtên zirhî bikevin taxê. Di dema derbasûna wesayîtên zirhî de teqînek mezin pêk hatibû.

Piştî nîvro jî bi heman awayî hêzên dewletê xwestin bi tanq û wesayîtên zirhî bikevin Taxa Safayê. Lê di dema hewildana zirhiyan de teqînek din a mezin pêk hat. Piştî teqînê ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Têkildarî encamên mirî û birîndaran agahî nehatin bi destxistin.

Li navçeyê dengê teqîn û çekan berdewam dike.

(ekîb/eb/zt)