Ji Bodrumê ji bo aştiyê ketin rê

15:03

JINHA

MUGLA - Înîsîyatîfa Em Dimeşin Aşitiyê ya Bodrumê ji bo balê bikşîne ser terora dewletê û piştgiriya berxwedana gel bike ber bi Amedê ve bi rê ket. Dê di 31'ê Kanûnê de meş li Amedê bidawî bibe.

Înîsîyatîfa Em Dimeşin Aşitiyê ya Bodrumê, ji bo balê bikşîne ser terora dewletê ya bi navê "qedexeya derketina kolanê" dimeşîne, ber bi Amedê ve bi rê ket. Endamên înîsîyatîfê beriya bi rê bikevin, li Qada Şaredariya Bodrumê daxuyanî dan. Koma mûzîkê Praksîs jî bi newayên xwe piştgirî da daxuyaniyê.

Li ser navê însîyatîfê Meyîl Delen, balê kişand ser komkujiyên li Sur, Nisêbîn, Farqîn û Cizîrê û diyar kir ku ew li hemberî komkujiyan, li gel berxwedana gel in û got "Ji bo li hemberî şer dengê aşitiyê bilind bikin, me biryar da ku em bi dirûşma 'Ez dimeşin aşitiyê' ji Bodrumê heya Amedê bimeşin." Meyîl destnîşan kir ku ew meşa wan di heman demê de ji ber bêdengiya Rojavayê Tirkiyeyê jî.

Piştî daxuyaniyê endamên însîyatîfê dest bi meşê kirin. Dê însîyatîf li ser rê li bajarên wek Mugla, Enqere, Edene û Rihayê jî çalakiyan lidarxin.

(zt)