Ji bo doza Vildan Atmaca ser medyaya civakî banga çalakiyan

16:22

JINHA

STENBOL - Ji aliyê jinên TGS û Komisyona LGBTİ yan ve ji bo nûçegiyana me Vildan Atmaca ya ku dê roja sêşemê derxînin dadgehê ser medyaya civakî dest bi çalakiya #Ji Vildan re azadî kirin.

Jinên Cemyeta Rojnamegerên Tirkiyê û Komisyona LGBTİ ji bo nûçegihana me ya girtî Vildan Atmaca ser medyaya civakî dest bi çalakiya # Ji Vildan re azadî kirin û gotin, "Dê 29'ê Kanûnê roja sêşemê hempîşeya me nûçegihana JINHA yê Vildan Atmaca ya ku berî mehek û nîve dema li Wanê nûçe dişopand hatî girtin derkeve pêşberî dozgeriy. Ji bo dawîhatina van bêmafiyan emê ser medyaya civakî dest bi çalakiyan bikin. Bi taleba di kesayeta Vildan de hemû rojnamegerên girtî serbest bên berdan roja duşemê 28'ê Kanûnê saet di navbera 21.00-23.00'an de # Ji Vildan re azadî ser Twitter ê emê çalakî bikin. Emê jinên rojnameger peyam û wêneyên me yên gişti yan jî yekane par bikin.

Diruşmên di çalakiyê de bên xebitandin wihane:

*Ji bo hemû jinên girktî û #Vildan azadî
*Dê sibê rojnamegerVildan Atmaca derkeve pêşberî dadgeriyê # Ji Vildan re azadî
*Rojnamegerî ne suce, rastî nayên bêdeng kirin! # Ji Vildan re azadî
*Bila hema nûçegihana JINHA yê Vildan Atmaca serbest bê berdan! # Ji Vildan re azadî
*Rojnameger nayên darezandin! # Ji Vildan re azadî
*Suc propagandaya rêxistinê ye. Delil çiye? Li ser Facebookê wêneyê Arin Mirkana YPJ yî parkirine! # Ji Vildan re azadî
*Di dema şopandina nûçeyê de Vildan Atmaca hat girtin, rastî tacîza devkî û lêgera tazî hat # Ji Vildan re azadî
*Li vî welatî kurd, jin û rojnameger bûn! Vildan Atmaca ne bitenê ye # Ji Vildan re azadî
*Em weke jinên rojnameger li gel Vildan in Emê şêwirmendiyê mezin bikin # Ji Vildan re azadî

(zt)