Dê sibê Amed ber bi Surê ve bimeşe
18:29
JINHA
AMED - Gelê Amedê ji bo dorpêç û êrîşên li ser Sûrê ku ev 26 roj in bênavber berdewam dike bi dawî bibe sibe saet di 13.00'an de li Parka Koşuyoluyê kom dibe û ber bi Sûrê ve dimeşe.
Li Amedê çalakiyên piştgiriya berxwedana Sûrê û protestoya dorpêç û êrîşên hêzên dewletê berdewam dike. Sibe jî dê gelê Amedê bi awayek girseyî ber bi Sûrê ve bimeşe. Meş dê bi pêşengiya Rêxistina Bajêr a DBP'a Amedê saet di 13.00'an de li Parka Koşuyoluyê destpê bike. Tê payîn ku hevserokên HDP, DBP, KCD û HDK'ê jî tevlî meşê bibin.
Hevserokê DBP'a Amedê Alî Şîmşek ji bo dorpêç û êrîşên ku 26 roj in bênavber berdewam dike bi dawî bibe, bang li gelê Amedê kir ku bi aweyek girseyî tevlî meşê bibe.
(zt)