Li Mêrsînê ciwanek qetilkirin
08:53
JINHA
MERSÎN – Li Mersînê polîs êrîşê çalakiya gel kir û ciwanê bi navê Sedat Baran qetil kir.
Li gelek taxên navçeya Akdenîz a Mersînê îşev çalakiyên ji bo piştgiriya berxwedana rêveberiya cewherî hatin kirin. Li taxên Yenîpazar, Gundogdu û Şevket Sumerê bi sedan welatî ji bo terora dewletê ya li Kurdistanê protesto bikin daketin kolanan. Polîsên ku êrîşî çalakiyên li ber Dibistana Seretayî ya Kibrisê kirin, ciwanê bi navê Sedat Baran qetil kir. Hate diyarkirin ku 3 kes jî di êrîşan de birîndar bûne. Polîsên ku dora dibistanê bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin, nahêlin ku tu kes nêz bibe. Polîs êrîşê gel ê li derdora dibistanê kom bûye jî kir. Li hemberî êrîşên polîsan gel jî dest bi berxwedanê kir.
Cenazeyê Sedat Baran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mersînê û hate zanîn ku 3 ciwanên birîndar jî rakirine nexweşxaneyê.
(zt)