Ji İzmirê ber bi Kurdistanê ve 'Pira xuşkan'
09:01
JINHA
İZMİR - Jinên Îzmîrê bertek nîşanî qirkirinên li Bakurê Kurdistanê tên jiyankirin dan û gotin: "Bi navê min birayê minê kurd qetilneke." Jinan dan zanîn ku ji Îzmîrê ber bi Kurdistanê ve dê 'Pira Xuşkan' avabikin.
Li gelek deverên Kurdistanê dibin qedexeyên derketina kolanan de qirkirin tên jiyankirink, li hemberî van qirkirinan her diçe deng bilind dibin. Jinên bertek nîşanî qirkirinan dan banga şêwirmendiya bi berxwedanê re kirin. Ji jinan Yildiz Suna destnîşan kir ku gel xendek ji bo parastina xwe kolane û wiha domand: "Ji ber ku li wan deveran dewlet êrîşî sivîlan dike. Ger êrîş dikin, zaroka di zigê dayîka wê de qetildikin, êrîşî goristanan dikin û ji van hemûyan re 'PKK yîn' dibêje wê demê pirsgirêkeke heye. Gelo zarokên hîna nehatîn diniyayê PKK yîn? Ji xwe ev erdnîgarî hînî qirkirinan bûye. Îro kurd tên qetilkirin, sibê laz û çerkez dêbên qetilkirin."
'Li her aliyî êşa weledan heye'
Seroka Meclisa Jinan a Konseya Bajarê Îzmîrê Kizbes Aydin jî bilêv kir ku bi navê 'tekoşîna bi terorê re' dewlet terorê dimeşîne û wiha berdewam kir: "Dema ku polîs û leşker tên kuştin li hemberî wê ciwanên kurdan jî jiyana xwe jidest didin. Li her aliyî êşa weledan heye. Dema ku ber bi neyînika zarokê min bikeve ezê bi êşim. Dema dibêjin 'bila terorîs bên kuştin' tê wateya zêdetir leşker bên kuştin. Bila kes nemirin, siyasetmendar runin maseyê û pirsgirêkê çareser bikin. Ez bang li her du aliyan dikim. Me ji bo ku hinek zarokên me bikuje ne anîne dinyayê. Herhalde bebeka 35 rojî û dayîka 75 salî ne 'terorîstin'. Gelek zarok hatin qetilkirin. Ev hemû hincetin. Li herêmên deng negirtiye qirkirinan dike."
'Bi navê min bila birayê minê kurd qetilnekin'
Kizbes anî ziman ku ziyanên şer gel dikêşin û wiha dom kir: "Ez tirkekim û ne dijminê kurdanim. Em bi kurdan re welatek hevbeş par dikin. Me bi hezaran sal bi hev re jiyan kiriye, em niha nikarin bi hev re bijîn. Daxwazên kurdan di çarçoveyek demokratîk de dikare bê dîtin, pêdivî bi şer nîne. Di şer de dahata me jî diçe. Di aşiyê de dahata ji bo şer tê amadekirin dê li mirovan bê xerckirin. Ti desketiyên şer nîne. Televizyon rastiyan nadin, ji bo wê ye gel nizane bi navê 'terorê' çî tê kirin nizanin. Ger bizanin dê li hember derkevin, ji ber ev karê wijdanê ye. Di civînekê de tiştên jinên kurd vegotin ez gelek bandor kirim. Min wê demê ji xwe re got gelo em miletek wiha zalimin? Ev hezar salin em bi hev re dijîn, ev zilm ji bo çiye. Ji bo wê jî divê dengê di aliyê Tirkiyê de bê ji bo kî mafdare kî ne, nebe ji bo dawîkirina şer be. Divê hemû bi awayek demokratîk di çarçoveya meclisê de bê çareser kirin."
'Divê ji İzmirê heya Kurdistanê em Pira Xuşkan çêkin'
Endama Mala Gel a Îzmîrê Evrim Çakir jî pêvajoya şer a piştî 7'ê Hezîranê hatî despêkirin bibîrxist û wiha axivî: "Bi hilbijartinan re hikumeta AKP'ê ji tirsa windakirina deshilatiya xwe ber bi 1'ê Mijdarê ve çu. Her roj di nava qedexeyên derketina kolanan de em bi mirinan şiyar dibin. Hikumeta AKP'ê ya ku difikire dê bi qirkirinan xwe li deshilatiyê bihêle hîna şer berdewam dike. Ev rastiyek a jinên Îzmîrê ye, ger li Cizîr û Nisêbînê her roj zarok tên qetilkirin, li vêderê dayîk nakenin. Nikarin dest bi rojek baş bikin. Yan jî jin li vêderê azad nabin. Divê em ji Îzmîrê ber bi Kurdistanê ve Pira Xuşkan avabikin. Divê em ji vêderê deng bidin wê."
'Di rastiyê de şer li Îzmîrê di dilê me dene'
Evrim derbirî ku 13 salin di vî welatî de şer berdewam dike û wiha dom kir: "Ji xwe AKP hatî deshilatiyê heya niha ser jinan şer heye. Her roj jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Îro jî jin ji aliyê dewletê ve tên qetilkirin. Ji xwe ev her du jî heman tiştin. Di rastiyê de şer li Îzmîrê di dilê me dene. Em dizanin ku li wê aştî nebe em li Îzmîrê nikarin bi rehetî jiyan bikin."
(zt)