Jinên Wanê: Fermana komkujiya Roboskiyê Erdogan daye
09:05
JINHA
WAN - Jinên Wanê di salvegera komkujiya Roboskiyê ya ku di nav de zarok jî hebûn 34 kes bi bombebaranê hatin kuştin bi tund şermezar kirin. Jinan gotin ku fermana komkujiya Roboskiyê Erdogan daye.
Di 28'ê Kanuna 2011'an de li gundê Roboskiya navçeya Qilabana Şirnaxê di nav de zarok ji heyî 34 welatî bi balafirên şer bi bombebarandina hêzên dewleta tirk ve hatin qetîlkirin. Her çi qas li ser komkujiya Roboskî 4 sal derbas bû lê heya niha ji bo edalet cihê xwe bigire tu tişt nehate kirin û kujer nehatin darizandin. Dema ku 34 welatiyan jiyana xwe ji dest dan dewleta tirk di cihê ku edelatê bine got ku "Hêzên me ne welatî terorîstan qetîlkirine" û ji bo edalet cihê xwe bigire neketin nav tu hewldanê û komkujî ji aliyê dewletê ve hate veşartin. Ev komkujî li çar aliyê Kurdistanê hate şermezar kirin û Welatiyên Wanê jî di salvegera komkujiya Roboskiyê de bertekên xwe anî ziman.
Dayika bi navé Zeynep Babat (55) li ser salvegera komkujiya Roboskiyê bibir xist û got ku ji dîrokê heya niha her tim dewleta tirk li ser me kurdan komkujiyan pêk tine. Zeynep anî ziman ku Hemû dewlet hêzên xwe li ser axa Kurdistanê gelê kurd qetîl dike û hêza xwe li ser kurdan didin meşandin û wiha pê de çû: " Berî çar sal li Roboskiyé 34 zarokên me bi hovane bi bombeyan hatin qetîlkirin. Em baş dizanin ku dewleta tirk vê qétlîamé bi hişmendî li ser zarokén me pêk anî. Ew kes hemû jî ciwan bûn û ji bo debariya mal û dibistana xwe kefenê xwe dixistin devê xwe û kar dikirin. Ew zarok ji mecburiya xizaniyê dixebitin. Dewlet ji malbatan re dibe ku kujer ne diyar in. Lê ne rast e, ji ber ku kujer diyar e û kujer jî dewlet bi xwe ye. Kujerê zarokên me Erdogan e."
Zeynep di berdewamiya axaftina xwe de got ku dewlet ne tenê mirovan di heman demê de ajalan jî qetîl dike û wiha axivî: "Em niha ji dibînin ku dewleta tirk Sur, Cizir, Nîsêbîn, Sîlopiya û li gelek cihan qétlîamên mezin pêk tine û dayikén dû canî û zarokên 5 mehî ketîl dike. Em ne li ser axa wî û li ser axa bav û kalên xwe dijin lê dewlet li ser axa û mala me, me dîkuje. Em êdî hebûna dewletê li ser axa xwe naxwazin. Komkujiya ku dewletê pêk anî em bi tund şermezar dikin."
'Ji ber ku ew kurd bûn hatin qétilkirin'
Jina bi navé Elîf Yagmur (22) komkujiya Roboskiyê şermezar kir û got ku ev 4 sale di ser komkujiyê de derbas bû ye lê edalet cihê xwe ne girtiye û ev tişt anî ziman: "Her kes baş dizane ku kujerê qetîama Roboskîyé dewlet e. Ji ber ku ew zarokên hatin kuştin kurd bûn hatin qétilkirin. Eger tirk bûyan dê gelek tişt bihatene kirin lê mixabin ji ber ku ew kurd in û dewleta tirk dibê dîroka kurdan tune û em li ser nasekinin. Dema ku kurd tén qétilkirin dewlet we qétlîamé diveşére û di béje kurd e û tiştek nabe bé qedir dibine. Ez jî dibéjim ku kurd, tirk , çerkez û laz ki dibe bila bibe mirovahî giring e û divê kujerên mirovahiyê bên darizandin.
'Dewlet kujerê jin û zarokan e'
Dayika bi navé Mukades Kaplan (39) komkujiyê bivan hevokan şermezar kir: "Qetlîama Roboskîyé di dîroka Kurdistan û Tirkiyê de wek roja reş tê pênasekirin. Em dizanin ku fermana komkujiya wan zarokan Erdogan daye. Em dayik ji dê heya miriné li hemberî zilmê li ber xwe bidin û xwe ji bo jiyanek azad feda bikin."
(hk-db/ho/zt)