Jinên Hesekê: Roboskî nayê bijîrkirin
09:08
Gulîstan Bekir/JINHA
HESEKÊ - Jinên bajarê Hesekê salvegera komkujiya Roboskî bi bîranîn û diyar kirin ku hîna hişmendiya komkujiyê li ser kare.
Di 4'emîn salvegera komkujiya Roboskî de hîna faîl nehatine darezandin. Her diçe bertekên li hemberî ne darezandina faîlan zêde dibe. Jinên bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê jî nerazîbûn nîşanî helwesta deshilatiya AKP'ê dan. Jinan dan zanîn ku yên wê demê li Roboskî komkujî kirin niha jî li Cizîr, Silopiya, Sur û Kerboranê heman tiştî dikin.
Jina bi navê Selam Xelîl di derbarê komkujiyê de wiha axivî: "Ji xwe kujer her roj li ser karin û mirovan qetildikin. Ji ber ku li hemberî kurdan hikumet, daraz, medya û hemû bûne yek, ji bo wê jî bi hiquqek wekhev tevnagerin. Li gorî xwe çawan ji bo wan başe wê dikin."
Jinek bi navê Narîn Oso jî destpêkê silav ji dayikê şehîdên Roboskî, hemû dayîkên şehîdan û jinên ku niha li bakûr di nava berxwedanê denin re şand û wiha got: "Destpêkê ez komkujiya li Roboskî ser mirovahiyê çêbû û kesên sivîl qetil kirin şermezar dikim. Dewileta tirk, ji dîrokê heya niha ji bo ku Kurdan bindestî xwe bikin û serdema xwe ya Osmanî desthilatdar vegerînin, her dem komkujî û qetilaman li ser kurdan dimeşînin. Ji beriya Roboskî û heya niha jî şerê kurdan dike. Ji ber ku miletên bakur daxwaziya xweseriya demuqrat şerê wan dike û heya tedexulê di şoreşa Rojava dike. Ji ber ku şoreş ber bi serkeftinê diçe û ew naxwazin miletê kurd bi serkevin. Êdî şerê me dikin bi riya çeteyê DAIŞ'ê û hin hêzên din yên radîkar, xwestin li vêderê mudaxeleyî me jî bikin, lê bi serneketin. Dê li Bakurê Kurdistanê jî sernekevin, li her derê dê serketin a mebe, ji ber ku em mafdarin."
(zt)