'Nexweşxane û dibistan ne leşkergehe!'

11:07

Asya Tekin- Asmin Bayram/JINHA

ŞIRNEX - Mamoste û kedkarên tendûristî, ji ber leşker dibistan û nexweşaneyên Cizîrê veguherandiye leşkergehê û ji gel re girtiye bertek nîşan dan û wiha gotin, "Nexweşxane yê gele û dibistan jî a xwendekaran e. Em ê dibistan û nexweşxaneyên xwe radestî polîsan nekin."

Li navçeya Cizîra Şirnexê 15 rojin pêkanîna qedexeyê derketinê û êrîşên bi çekên giran lê didome. Ligel êrîşên giran leşker Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û hemû dibistan wek leşkergeh bi kar tînin û ji gel re hatî girtin. Derbarê mijarê de mamoste û kedkarên tendûristî bertek nîşanê bûyerên dan. Personela tendûristiyê a Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê Gûlnaz Sariyildiz wiha behsa kiryarên leşkeran kir, "Piştî qedexe hat danîn gelek leşker hatin nexweşxanê. Ji ber li nexweşxanê polîs û leşker hatine bicih kirin û li baxçeya nexweşxaneyê tang û top hatine danîn nexweş nayên vir. Kar rêve naçe û nexweş jî nayên nexweşxanê ji ber vê rewşê."

'Zarok nayên tamandin û jin zû zayîn dikin'

Narîn Zeren got, "Polîs û leşker nexweşxanê dagir kirine û tenê Nexweşxaneya Dewletê yê Cizîrê derfetê xizmet dayînê lê heye. Dervî nexweşxanê, cihên taybet û dermanxane hatine girtin. Ji ber cihê nexweşxanê bilinde wek leşkergeh tê bikaranîn. Li cihek ku dorpêç lê heyî bijîşk çiqas dikare bê alî derman bike? Tamandina gelek zarokan nayê kirin, jinên ducanî nikarin xwe dermanbikin û ji ber vê zarokên xwe wenda dikin." Narîn got ji ber nexweş di gelek qonrolên polîsan re derbas dibin nexweş nayên nexweşxanê û got, "Polîs û leşker xwaringe û cihên razanê jî dagir kirine û ji ber vê nexweş nayên nexweşxanê."

'Cihê leşkeran li leşkergehê ye, ne dibistanên navenda bajêrin'

Mamoste Esîn Yilmaz wiha got, "Dibistanên ku divê xwendevan û mamoste lê hebin, leşker û polîs hene. Bi yek carê tû dibînî peyam hat û hemû mamoste bajêr terk dikin. Qey dixwazin pêkanîna qirkirinê bikin. Cihê leşkeran li leşkergehê ye ne dibistanên navenda bajêrin. Divê em zarokan hînê zanistî û zanyariyê bikin, ne hînê top, tang, çek û ka leşker dê xwe li kur bi cih bikin. Divê dibistan ji xwendekar û mamosteyan re bên hêştin."

'JOH dê perwerde bide kê!'

Sekretera Egîtim Senê ya Cizîrê Serap Ok jî wiha got, "Mafê tu kes nîn ku li ser dîwarên dibistanê 'JOH hat, dora perwerdê yê meye' binvîse. Zagon û ehlaqên wiha nîne. Li şûna zarokan hêzên taybet ketina dibistanan sûcê şere." Serap da zanîn ku ew ê mafê perwerde û yê jiyanê ji zarokan neyê girtin û wiha domand, "Hûn bi jiyan û xeyalên wan re dileyzin. Perwerde li Cizîrê nehat danîn, li ser erdnîgariyê vî welatî ev tê jiyan kirin. Li Tirkiyê kesên dibêjin ez mamosteme, bê xembûna wan, hêrsê min bilind dike. Mayîna min a vir tenê ji bo berdewam kirina hêviyê zarokane."

(rc)