Komkujiya Roboskî di sala 4. de tê bîranîn

11:48

JINHA

ŞIRNEX - Bi armanca salvegera 4. yê komkujiya Roboskî, li Şirnexê esnafan dikanên xwe venekirin û bi sedan welatî ber bi Roboskî ve rêketin. Welatî berê xwe didin Roboskî û dayîk cardin cilê reş li xakirin.

Li Şirnexê ji bo 34 welatiyên ku di 28'ê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskê ya navçeya Qilabanê ya Şirnexê ji aliyê balafirên şer ên artêşa tirk ve hatin qetilkirin jiyan hate rawestandin. Li bajarê ku esnafan derabe venekirin ajakoran jî qontaxên wesayîtên xwe girtin. Li bajarê ku jiyan hatî rewastandin bi sedan welatî li ber avahiya DBP, HDP'ê kombûn û ber bi Roboskî ve bi rêketin.

Ji bo bîranîna rojê ji saetên sibê welatî li gund hatin ba hev û panqarta "Em her kes dawetê hesab pirsînê komkujiya Roboskî di salvegera 4. de dikin", "Me bîrnekir em ê ji bîr nekin" û wêneyên komkujiyê li ser riyê ketina gund hat daliqandin.

Dayîkên Roboskî ên ku êşê komkujiyê ji kurahiya dilê xwe dijîn, bi wêneyên zarokên xwe sibê zûde li pêşiyê platformê cihê xwe girtin. Dayîkên ku di nava şînê dene vê salê jî reş li xakirin. Li qadê ku biranîn pêk were wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 34 welatiyên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin û kon hat vedan.

Piştî axaftinên merasîmê ew ê ber bi goristanê ve meşek li dar bixin.

(rc)