'Ji Mîray bigire heta dayika Taybet li Kurdistanê qirkirin pêk tên'
11:59
JINHA
ŞIRNEX - Parlamenterên jin ên HDP'ê diyar kir li bakurê Kurdistanê bi qirkirinan sûcê şer tê kirin, jin, zarok, kal û ciwan tên qetilkirin û li Kurdistanê ji Mîraya 3 mehî bigire heta dayika Taybet qirkirin pêk tên. Parlamenterên jin bal kişandin ser berxwedana gelê kurd a 40 salan û da zanîn ku xwerêvebirin mafekî rewaye.
Li bajarên Cizîr û Silopiya Şirnexê dorpêç û êrîşên hêzên dewletê didomin. Her wiha navenda Şirnexê jî ji aliyê tîmên taybet û leşkeran bi awayekî fîîlî di bin dorpêçê de ye. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozdemîr û Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, der barê qirkirinên li Şirnex û tevahiya bakurê Kurdistanê de axivîn.
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozdemîr, diyar kir ku li tevahiya Kurdistanê bi awayekî fîîlî qedexeya derketina kolanan hatiye ilankirin û wiha got: "Her çiqasî li navenda Şirnexê bi awayekî fermî qedexe ne hatibe îlankirin jî, bi awayekî fîîlî dibin dorpêçê de ye. Li her derê panzer, wesayîtên zirxî, leşkerên ku di destê wan de çekên lule dirêj û polîs hene. Ev dide xuyakirin ku dewletê hêzên xwe kişandine Şirnexê û şer daye destpê kirin."
Bedîa anî ziman ku bi êrîşan gelê sivîl hedef tê girtin, dixwazin gelê kurd tune bikin û wiha domand: "Ger em li kesên hatine qetilkirin binêrin dibînin ku hemû gelê sivîle. Zaroka 3 Mîray hat qetilkirin. Bapîrê wê Ramazan dema ew dibir nexweşxaneyê hat qetilkirin. Dayika Taybet hat qetilkirin. Welatî nikarin cenazeyên xwe bigirin. Kese nikare cenazeyên xwe bibin Cizîrê, ev bêhiqûqî û bêmafî li ber çave. Li bakurê Kurdistanê sûcê şer tê kirin û bi hezaran binpêkirinên mafan hene."
Bedîa destnîşan kir ku wan ji ber binpêkirinên mafan ên tên jiyîn serî li Rêxistina Afê, ji Komîsyona Ewropayê bigire heta hemû rêxistinên li Tirkiye û navneteweyî dane û wiha pêde çû: "Me xwest bi serlêdanên me ev sazî û rêxistin bikevin nava tevgerê. Sazî û rêxistinan ji bo hevdîtinê serî li dewletê dan lê serlêdana wan hatin redkirin. Sebra gel êdî ne maye û pir bi hêrsin. Zarok û jin tên qetilkirin. Dixwazin bi polîtîkayên tirsandinê vîna gel bişkînin. Lê gel berxwedana xwe xwe didomînin û dê bilindtir bikin."
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî bi lêv kir ku li ser gelê kurd şerekî bêhiqûqî tê meşandin û wiha axivî: "Dibin navê qedexeya derketina kolanan, mafê gel ê bingehîn tê binpêkirin. Li tu devera cîhanê dorpêçek wiha tuneye. Di 15 rojan de li Cizîrê 32 kes hatin qetilkirin û bi sedan kesên birîndar hene ku me xwe ne gihandine wana. Li ser gelê kurd polîtîkaya qirkirinê tê meşandin. Ji zaroka di zikê dayika xwe de bigire heta kalên 70'ê salî tên qetilkirin. Biryara şer piştî 7'ê Hezîranê hat girtin. Gelê kurd ev 40 salin li ber xwe didin û êdî dixwazin xwe birêve bibin. Ev mafê wan ê herî rewa ye. Naxwazin ji aliyê kesekî ji derve te bên birêvebirin. Gel dê parastina xwe ya cewherî bi hêztir bikin û li ber xwe bidin."
(mb/rc)