Yusufê 10 mehî 17 rojin di malê de asê maye!

12:14

JINHA

MÊRDÎN - Dorpêç û dagirkirina navçeya Kerboranê di roja 17'an de berdewam dike. Kurê Sacide Gezgincî yê 10 mehî Yusuf di malê de asê maye. Malbata Sacîde, ji ber ambargo û êrîşên komkujiya tîmên taybetYusufê biçûk li şûna şîr bi şorba nîskan xwedî dikin.

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdinê êrîş, ambargo û dorpêça hêzên dewletê yên komkujiyê di roja 17'an de berdewam dike. Di roja 5. a êrîşên dewletê de Sacide Gezgincî ji aliyê tîmên taybet ve birîndar bû. Sacîde rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Sacîde ku birîndar bû milê xwe winda kir. Kurê wê yê 10 mehî Yusuf jî 17 rojin di malê de asê maye û xwarina wan xelas bûye. Ji ber ambargo û dorpêçê malbat nikare mama û şîr ji Yusuf re bistîne û li şûna şîr û mamayê Yusuf bi şorba nîskan xwedî dikin. Welatiya bi navê Zeynep Demir diyar kir ku ji ber êrîşên dewletê hatine mala Sacîde kom bûne û di malê de asê mane. Zeynep Demîr, da zanîn ku ew li Kurê Sacîde yê 10 mehî Yusuf dinere û ji ber êrîş, abluka û ambargoyê nikarin biçin şîr û mala ji Yusuf re bistînin. Zeynep, anî ziman ku li şûna şîr û mama şorpa nîska ji Yusuf re çêdike û Yusuf bi şorbê xwedî dike. Zeynep, da zanîn ku Yusuf 13 rojin dayika xwe nedîtiye û şîrê dayika xwe ne mêtiye û wiha got: "Hin caran em şorbê didin û hin caran jî em nan dixin nava çayê û didin Yusuf. Dewlet dê çawa ji gunehê Yusuf ê 10 mehê xelas bibe. Ma tirsa vana ji xwedê tune? Ev zalim in." Zeynep, destnîşan kir ku li gel malbata Gezgîncî 15 kes di heman malê de dimînin û tev di odeyekê de dijîn. Zeynep, anî ziman nikarin biçin erzaq û derman bistînin û wiha got: "Pîra min nexweş e. Em nikarin derman bistînin. Dewletê av, ceyran û erzaq ji ser me qut kiriye. Em nikarin serê xwe derxin derve. Dewlet vê yekê bi zanebûn dike."

'Em tu carî warê xwe terk nakin'

Zeynep, destnîşan kir ku dewlet ji bo welatî koçber bikin van êrîşên giran pêk tînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çi dibe bila bibe em dê warê xwe terk nekin. Em dê heta dawiya dilopa xwîna xwe li malê xwe bin û em mal û taxên xwe terk nakin. Em dixwazin berî ku zêde mirovan qetil bikin dest ji van êrîşan berdin."

(rc)