Li Cizîrê jinek dinê jî qetilkirin

12:36

JINHA

ŞIRNEX - Li Taxa Nur a Cizîrê ji ber topbaranê Kumru Işik a 85 salî ji xwe çu û jiyana xwe jidest da.

Dibin dorpêçê de duh li Taxa Nur a Cizîrê êrîş giran bû. Ji ber topbaranê li taxê gelek mal şewitîn. Gelek mal jî ji ber topbaranê hatin rewşa ku êdî neyên xebitandin. Di saetên serê sibê de ji ber topbaranê Kumru Işik a 85 salî ji xwe çu û jiyana xwe jidest da. Piştî saet derbazbûn nû cenazê Kumru ji aliyê ambulansa Şaredariya Cizîrê ve ji nava taxê hat rakirin.

(ma/zt)